Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Süddeutsche Zeitung: Almanya Enesê Kurd kuşt

Süddeutsche Zeitung: Almanya Enesê Kurd kuşt

04 Temmuz 2012 Çarşamba 11:04
Rojnameya Süddeutsche Zeitung a ku lêkolînê li ser bazirganiya çekan dike, nivîsand ku hikûmeta Merkelê çekan di firoşe gelek welatên weke Tirkiyeyê û di vî warî de zagonan bin pê dike.

Berlîn - Rojnameya Süddeutsche Zeitung a ku lêkolînê li ser bazirganiya çekan dike, nivîsand ku hikûmeta Merkelê çekan di firoşe gelek welatên weke Tirkiyeyê û di vî warî de zagonan bin pê dike. Rojnameyê nivîsand ku Enes Atayê Kurd ê 7 salî di 2006 de li Amedê bi çeka G3 (gulleya plastîk)a Alman hatiye kuştin û cih dide vê gotina bavê Enes Ata Selamettin Ata: "Çekên we kurê min kuşt."

Qanûnên Almanyayê destûr nade ku çek bifiroşin welatên binpêkirinên mafan lê hene û zextên civakî lê berdewam dikin û dibêje; “Firotina çekan ji bo pêkanîna aşitiyê” tê kirin. Lê hikûmeta Alman di sala par de bê ku tu lêkolînekê bike, cîhazên ji bo binaviyê firot Portekîzê, tupa torpîdoyê ya agirberdana nukleeran firot Îsraîlê, çekên makîneyî firot Misirê û careke din Leopard firot Tirkiyeyê.

Yek ji rojnameyên mezin ên welêt Süddeutsche Zeitungê ragihand ku hikûmeta Berlînê bi bazirganiya çekan de êdî bûye hevkar û ji bo Almanyayê gotina “Komara Çekan” bi kar anî. Ev rojnameya ku bazirganiya çekan a Almanyayê lêkolîn dike, ragihand ku Serokwezîr Angela Merkel, an jî wezîrên hikûmeta wê ji sala 2010 ve 14 caran çûne Tirkiyeyê û di 5 ji van serdanan de rayedarên pîşesaziya çekan cih girtin.

"HEVKARIYA SUC A ALMANYAYÊ KESÊ ELEQEDER NAKE"

Rojname dinivîsîne ku yek welatên di rêza pêş de ku pîşesaziya çekan û parastina Tirkiyeyê nûjen dike Almanya ye û diyar dike ku Almanyayê tevî gelek panzeran di sala 2010 de bihayê 199 milyon euro firotina çekan ji bo Tirkiyeyê erê kiriye. Rojname destnîşan dike ku li gorî pisporan di warê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê de qanûn tên binpêkirin, lê dîsa jî Almanya çavê xwe li vê yekê digire. Rojname dibêje; “Almanya li Kurdistanê hevkarê sucê binpêkirina mafan e, lê ev rastî tu kesê eleqeder nake.”

Süddeutsche Zeitung çîroka zarokê Kurd Enes Ata yê ku di 30’ê adara 2006 de li Amedê bi gulleya polîsên Tirk hat kuştin ji xwendevanên xwe re dibêje û ev agahiyan dide; "Wêneyan cil û bergên bi xwîn ên zarokê biçûk kiribûn belge. Enes Ata bi çeka bi markaya G3 ya fîrmaya Heckler & Koch a ku çekan ji bo artêşa Alman hildiberîne hat kuştin. Bavê wî dibêje ‘Çekên we, cebilxaneya we kurê min kuşt. "

"300 HEB BRT-60 LI KURDISTANÊ HATIN KARANÎN"

Rojname bi bîr dixe ku 300 heb panzerên BRT-60 ên ji aliyê rejîma berê ya Almanyayê ve hatibûn çêkirin, di salên 1990’an de firotibû Tirkiyeyê, li Kurdistanê hatin karanîn. Her wiha, rojname dinivîsîne ku çîroka ciwanê 25 salî yê bi navê Maikel Mosaad ê ku di cotmeha 2011 de li paytexta Misirê Qahîreyê, di bin panzera malê Alman de hat perçiqandin jî ji xwendevanên xwe re radigîne.

Süddeutsche Zeitung dibêje ku ji Misirê heta Kurdistanê, çekên malê Almanyayê bûne sedema mirina gelek sivîlan û cih dide daxuyaniya bazirganan a bi vî awayî; “Em dizanin ku karê em dikin ne exlaqî ye. Lê yekîneya me bi temamî li gorî qanûnan dixebite. Siyasetmedar biryar didin ka em ê çi bifiroşin, Em jî li gorî vê difiroşin".

Lêkolîna rojnameyê wiha bi dawî dibe; “Bavê Enes, Selamettîn Ata, derew û bêdengiya brokratîk hilweşand. Ew her hefte ji bo serdana gorra Enes diçe Kurd. Li ser gorra wî tu wêneyên kurê wî nîşan bide tune ye. Li ser girek ê axê dûayan dike û dest ji peydakirina berpirsan berda. Firotina çekan ji aliyê Almanyayê ve an jî bi erêkirina Almanyayê tên firotin, ji bo wî tu tiştek naguherîne. Enes mir…" ANF
 

Diğer Haberler