Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
“Sûriya dê bibe 4 kanton”

“Sûriya dê bibe 4 kanton”

13 Ağustos 2012 Pazartesi 05:21
Efserekî mezin ê Îsraîlê ragihand ku nîşanên parçebûna Sûriya bo ser 4 kantonan piştî ketina rejîma Beşar Esed hene.

Ew efserê mezin ê di desteya erkanên giştî yên artêşa Îsraîlê de di hevpeyvînekê de digel ajansa UPI got, “Egereke baş heye ku 4 kanton li Sûriya çê bibin û eger rewşa niha wiha berdewam bibe dê herêmeke kurdî li bakur çê bibe ku niha nîşanên wê diyar dibin.”

Efserî bal kişand ku di kêleka herêma kurdan li bakur dê herêmeke  elewiyan li beravê li Tertûs û Laziqiye, herêmeke suniyan û herêmeke durziyan li Çiyayê Durziyan li Sûriya çê bibin.

Wî efserî tekez jî kir ku berjewendiya Îsraîlê de di hebûna desthilateke navendî li Sûriya heye.

Her wiha ronî kir ku desthilata Esed hin bi hin li ser welat namîne û li derdorên bajêran desthilata xwe ji dest daye û leşker û efserên mezin ji artêşa direvin.(AKnews)

Diğer Haberler