Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Talebanî: Mafê me yê çarenivîsê heye

Talebanî: Mafê me yê çarenivîsê heye

19 Nisan 2012 Perşembe 12:32
Celal Talebanî, red kir ku Nûrî Malikî ber bi dîktakoriyetê ve diçe û amaje kir ku hin şaşîtî û kêmasî hene û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî tên çareserkirin.

Hewlêr, 19 Nîsan –Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) red kir ku Nûrî Malikî ber bi dîktakoriyetê ve diçe û amaje kir ku hin şaşîtî û kêmasî hene û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî tên çareserkirin.

Celal Talebanî, di hevpeyvînekê kenala al-Jazeera ya ingilîzî de ku hin jê di hejmara îro ya rojnameya “Kurdistanî Niwê” de hatiye belavkirin (organa YNK), got, “Li Kurdistanê me mafê çarenivîsê heye, lê em ê wî mafî bi rêya sîstemê demokrasî yê Iraqê re bikar bînin.”

Derbarê dewleta kurdî jî, Talebanî ragihand, “Niha berjewendiya gelê kurd di wê yekê de ye ku di çarçoveya Iraqê de bimîne, serdem ne ya dewletên biçûk e, lê belê ya yekîtiyên mezin e.”

Talebanî bal kişand ku pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê tên çareserkirin û got, “Ez jî li virim da wî karî bikim.”

Derbarê pirsgirêka Cîgirê Serokomar Tariq Haşimî, Talebanî got, “Bi nerîna min, ew pirsgirêk bi rêya diyaloga digel serkirdeyên din ên Iraqê re tê çareserkirin, ji ber eger biçe (Haşimî) pêşiya dadgehê dê hukum bibe û em vê yekê naxwazin.”

Li dor vegera Haşimî bo Herêma Kurdistanê, Talebanî got, “Nizanim ew ê vegere yan dê li derve bimîne.”

Derbarê wê yekê ku gelo Malikî welat ber bi dîktatoriyetê ve dibe, Serokomarê Iraqê wiha axivî, “Na, ez bawerim hin şaşîtî û kêmasî hene û ne tenê Malikî li hember wan berpirs e, ez jî berpirsyarim, ji bo çoi ez bêdeng bûm dema yasa bihê binpêkirin.”

(AKnews)

Diğer Haberler