Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Taraf: “Kurdistana Duyemîn Tê Ava Kirin”

Taraf: “Kurdistana Duyemîn Tê Ava Kirin”

23 Temmuz 2012 Pazartesi 10:56
Rojnameya Tarafê îro (du) di manşeta xwe de îdiayeka girîng anî ziman. Tarafê got PYDê li Sûriyê hin bajarok bi dest xwe xist.

Li Sûriyê her ku diçe pêvçûn û tundî zêdetir dibe. Ji aliye din herêmên Kobanî, Afrîn, Cindîres, Amude û Tirbespî yên ku welatiyên Kurd lê zêdene bi dest Partiya Yekitiya Demokratikê(PYD) ketin. Ji bilî vê Kamişli, Sere Kanî û Derîk her çiqes wek fermî nebe jî ketin bin qontrola Kurdan.

Serokê PYDê Salîh Mûslî got “sedema ku pêvçûn li herêmê me neqewîmin; me li gor xwe tevdîr stand. PYDê di bin navî ‘Yekîtiyên Parastina Gel’ de birêxistinbûn û al kişandin avahiyên fermî. Mîrovên bi çek jî li nav taxan pager davêjin. Çûn hatin û qontrola nasnameyö jî, ji aliyan endamên PYDê ve tê kirin.
Ev xebatên wekî Kûrdîstana biçûk tê xuya kirin. Serokê PYDê Mûslî derheqê rêvebirê de wiha got: “Kesên ku li Kobaniyê li saziyên dewletê dişuxiliyan bajar terikandin. Me bi yên ku li bajêr manîn re got ger hûn bixwazin dikarin li saziyê bişuxilin lê rêvebirê di destê me de be.” 

Endamê Mafên Mîrovan Hafîz Abdurrahman jî îdiayeka balkêş parva kir. Hafîz got nezî 700 eskerên Kurd yên ku ji artêşa Esed veqetiyan, li sînor wek amade hatiye bi cih kirin. Abdurrahman got ‘ger rêvebirên Sere Kaniyê û Kamişliyê nedin me an, ji me re têkevin herbê ev 700 eskeran dê ji me re bibin alîkari’.

Li gor çavkaniyên herêmê jî PYD û Konseya Netewî ya Kurdan (KNC) ve li hev kirin. Herdu rêxistin jî, pir nayen hemberî hev. Li bajêr alên herdu rêxistinan jî heye. Herwiha li herêmê qontrola bajaran bi dest xwe xistin.

Çavkanî: Taraf (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler