Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Tê îdiakirin Zana û Turk dibin hevserokên BDP’ê’

‘Tê îdiakirin Zana û Turk dibin hevserokên BDP’ê’

17 Haziran 2012 Pazar 23:39
Li gor rojnameya Radîkalê, kronolojiya wê pêvajoyê bi vî awayî dest pê kir. Piştî guhertinên li Rojhilata Navîn û hilweşandina rejîmên dîktator, di nava PKK û Kurdên bakurê Kurdistanê de hêviyek nû ket rojevê.

Piştî daxuyaniyên Leyla Zana ên derbarê pirsa kurd de ku gotibû, ‘Ez bi hêvîme wê Erdogan çareser bike’, tê îdia kirin ku demek dirêje li ser xeta Amerîka, Hewlêr, Enqere û Amedê ji bo ‘ji bo siyaseta kurd nexşerêyek nû’ xebat tên meşandin. Li gor çavkaniyên Iraq û Kurdan ên siyasî, pêvajoyek nû dest pê kiriye. Hevserokê BDPê Demîrtaş, Hevserokê KCDê Ahmet Turk û KCKê derbarê gotinên Zana de nerazîbûn nîşan dan.

Li gor rojnameya Radîkalê, kronolojiya wê pêvajoyê bi vî awayî dest pê kir. Piştî guhertinên li Rojhilata Navîn û hilweşandina rejîmên dîktator, di nava PKK û Kurdên bakurê Kurdistanê de hêviyek nû ket rojevê. Piştî agirbesta navbera PJAK û Îranê de, aktorên navneteweyî dilgiran kir û ji bo PKK çekan bêdeng bike, Amerîka Barzanî xist dewreyê. Li gor îdiayan di nava 9 mehan de, rêveberiya Herêma Kurdistanê 16 caran hevdîtin ligel PKKê kiriye û heta di 4 hevdîtinan de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe beşdar bûye. Herwiha di hevdîtinan de serokê konseya rêveber a KCKê Murat Karayilan û endamê konseya rêveber a KCKê Cemîl Bayik beşdarbûne. Tê gotin ku PKKê di hevdîtinan de ji bo berdewamkirina hevdîtinan pêşniyara ‘Rawestandina operasyonên di bin navê KCKê de û girtîgeha ji bo malê ya Ocalan’ anîne rojevê.

Li gor wan îdiayan di meha çile de hevdîtinên navbera PKK û Herêma Kurdistanê de qut bûne. Lê piştî serdana BDPê ya ji bo Hewlêrê dîsa projeya Konferansa Neteweyî ya Kurd şekil girtiye û hevdîtin dest pê kirine. Di vê pêvajoyê de despêkê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û piştre jî şanda BDPê serdana Amerîka kir. Tê gotin BDPê xwest rasterast hevdîtinan ligel Amerîka dirûst bike, lê Amerîka bi sarî temaşeyî vê yekê kiriye. Barzanî, piştî serdana Amerîka çû Stenbolê û ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan civiya û vê yekê jî BDPê dilgiran kir.

Li gor îdiayan di vê pêvajoyê de daxuyaniyên BDPê yên tund ên li beramberî hikûmetê û geşbûna êrişên PKKê, bûye cihê nerazîbûna Amerîka. Li gor îdiayan Amerîka Zana îşaret kiriye û wiha gotiye: “Zana di siyaseta kurd de kesekî giring e. Hem bi peyamên xwe, hem diaspora û hem jî kurdan rast dibîne. Nêzîkatiyên Ahmet Turk ên ji bo diyalogê jî erênî ne.”

Li gor îdiayên ku di rojeva çapemeniya Tirkiyê de, dema Leyla Zana ji bo konferansa neteweyî ya jinên kurd serdana Hewlêrê kir, hevdîtinek 3 saetî ligel Barzanî encam da û di hevdîtina reformên hikûmeta Tirkiyê hatine guftûgokirin. Barzanî wiha got: “Şiddet hestê tolhildanê zêde dike û axaftina aştiyê asteng dike. Îro Tirkiye li derveyî hevkêşeyên siyasî ye. Divê pêvajo baş bê dîtin. Nêzîkatiyên we, hikûmetê ji bo çareseriyê bi cesaret dike.”

Li gor rojnameyê, hewldanên CHPê, projeya AKPê ya ji bo dersa bijarte ya kurdî û daxuyaniyên Leyla Zana, despêka nexşerêyeke nû ye. Herwiha di payîzê de wê rêxistinên sivîl ên kurdan yên li Ewrûpayê daxuyaniyekî 10 maddeyî belav bikin û dîtinên xwe yên ji bo siyaseta kurd bênin ziman. Piştre bi sererastkirinekî nû ya yasayî wê qedexeya siyasî ya li ser Ahmet Turk û Leyla Zana bê rakirin, wê dawiya salê BDP biçe kongreyê û wê di partiyê de guhertinek bê çêkirin. Rêveberiya ji kesayetên nerm bê hilbijartin, wê ligel hikûmetê ji bo çareseriya pirsa kurd bi hev re tevger bikin.

Leyla Zana derbarê Erdogan de çi gotibû:

Zana: Ez bawer dikim wê Erdogan vî karî çareser bike

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Colemêrgê bersiva daxuyaniyên parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana yên derbarê serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de da û got: “Di dîroka komarê de ya ku herî zêde asîmlasyona binkol bi kar tîne AKP ye. Weke nermikê (ava) li binê kayê, komkujî pêk aniye, qirkirina siyasî pêk aniye û hema bêje pirsgirêka Kurd sedsalan ber bi paş ve biriye." Demîrtaş diyar kir ku hikûmetên beriya AKP’ê ji wê merdtir bûn û got ku bi awayeke eşkere şer dikirin.

Demîrtaş diyar kir ku hêvîkirina ji Erdogan safîtiye û gotibû: “Tu yê piştî vê yekê rabî bêjî ez ê vê pirsgirêkê çaresrer bikim. Her kî ji Serokezîr bi hêvî be, ev yek safitî ye, weke AKP’ê dihizire.”

Leyla Zana'nın 'Kürt sorununu Erdoğan çözer' ifadesine yol arkadaşı Ahmet Türk'ten de tepki geldi: Çözümü Erdoğan'da araması yaklaşımı doğru değil. Erdoğan, çözümün aksine giderek dışlayıcı ve korkutucu bir hal almaya başladı

Parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê û hevserokê KCDê Ahmet Turk jî derbarê gotinên Leyla Zana de ji rojnameya Akşamê ya Tirkiyê re got: “Berî her tiştî berpirsyartiya çareseriya pirsa kurd dikeve ser milê hikûmetê. Erkê herî mezin dikeve ser milê serokwezîr Erdogan. Axaftinên wî yên van du salan, wekî heqaretê li kurdan bike û nêzîkatiya wî zêde baweriyê nade. Wekî dijmin nêzî BDP ya ku ji bo çareseriyê bi niyet dibe. Kîna wî ya ji bo siyasetmedarên kurd, wê yekê nîşan nade ku ji bo çareseriyê pir bi niyete. Lê ji bo çareseriya vê pirsê ti rêyek ji bilî diyalog û axaftinê nîne. Hinek rastiyên ku xanima Leyla tiliya xwe li ser daniyî hene. Lê ez zêde beşdarî fikra wê ya niyeta Erdogan a ji bo çareseriyê heye nabim. Nêzîkatiya tû dibêjî qey Erdogan ji bo çareseriyê amadeye ne raste. Berevajî her ku diçe, hê zêdetir heqaretê li kurdan dike.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê bang li siyasetmedarên Kurd ên welatparêz û gelê Kurd kir ku ji daxuyanî û nêzînên ku hêviyê didin hikûmeta AKP’ê dûr bikevin û diyar kir ku divê baş were zanîn ev yek ziyanê dide doz û têkoşîna gelê Kurd.

Rûdaw

Diğer Haberler