Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Teqîna li Dîlokê li dijî dîn, wijdan, exlaq û hiqûqê navneteweyî ye

Teqîna li Dîlokê li dijî dîn, wijdan, exlaq û hiqûqê navneteweyî ye

25 Ağustos 2012 Cumartesi 03:32
Ji bo ku Meseleya Kurdan û Doza Kurdistanê li ser esasê heq, edalet û azadiyê bê çareserkirin em hêlên elaqedar (aktor û dewletan) ji bo di zûtirîn demê de aştî pêk were dawetî muzakere û diyaloxê dikin.

Şerê ku bi salan e li Kurdistanê didome her ku diçe gurtir dibe û tundûtûjiya ku girêdayî şer e jî roj bi rojê zêdetir dibe. Ji xeynî şerê ku di navbera Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê û PKKê de diqewime; ji aliyekî ve kuştin, revandin, rêbirrîn, desteserkirin û tehdîtkirina mirovan û ji aliyekî din ve jî wekî ku li Dîlokê qewimî “Tundiya Kor” dibe sebebê kuştina însanên bêrî.

Daxwazên xelkê Kurdistanê yên li ser heq, edalet û azadiyê bi qasî tarîxa Cumhûriyeta Tirkiyê kevn in. Heqbûna vê dozê ne dabaşa nîqaşê ye. Lê bi tu awayî nayê qebûlkirin ku ev doza heq, bi rêyên nemeşrû yên tundûtûjiyê û çalakiyên dij hiqûqî û dij exlaqî bête bincilkirin û ser wê bête girtin.

Teqîna li Dîlokê ya ku li dijî dîn, wijdan, exlaq, hiqûqê navneteweyî û li dijî nirxên xelkê Kurdistanê ye û çalakiyên mînanî wê; ji hêla kê ve hatibe kirin û li hemberî kê pêk hatibe, ji hêla me ve hatiye mahkûmkirin û dê ji niha pê de jî bête mehkûmkirin.

Meyla tundûtûjiyê ya ku di roja me de jî her ku diçe zêdetir dibe, Rojhilata Navîn û coxrafiya Kurdistanê xistine bin bandora xwe û ew kirine êsîrên xwe. Çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê heq, edalet û azadiyê û muzakereyên ku ji her du aliyan ve bêne meşandin,  rêya herî maqûl e.  Pîrozdêrandin û xweşdîtina tundûtûjiyê, ji bo civakê, hemî aliyên şer, nirxên Îslamî û yên însanî bizerer e. Herwiha ne di xêra Kurdistanê û xelkên birayên Kurd ên cîran de ye.

Muxatebê xelkê Kurdistanê, dewlet û hukûmetên ku coxrafiya Kurdistanê xistine bin destê xwe ne. Tu problema xelkê Kurd bir xelkên bira, însanên masûm û kesên sivîl re tuneye. Ne mumkin e ku çêbibe. Herwiha em kuştin, revandin, rêbirrîn, desteserkirina însanan û bûyera teqandina bombeyê li Dîlokê ku bi nêrîneke objektîf “teror” e û çalakiyên mînanî wê bi tundî şermezar dikin û ji bo dîtina failên wê çalakiyê em gazî her kesî dikin.

Bi vê wesîleyê, ji bo ku Meseleya Kurdan û Doza Kurdistanê li ser esasê heq, edalet û azadiyê bê çareserkirin em  hêlên elaqedar (aktor û dewletan) ji bo di zûtirîn demê de aştî pêk were dawetî muzakere û diyaloxê dikin.

Di gel silav û rêzên me 

Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa Azadî

Diğer Haberler