Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Tevayî penaberên li Îzmîrê mirine kurd in

Tevayî penaberên li Îzmîrê mirine kurd in

10 Eylül 2012 Pazartesi 17:13
Cenazeyên 61 penaberên kurd ku di keştiya li Behra Egeyê binav bû de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin.

Endamê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Dijwar Keleş ku di nav malbatên hatine de ye, xwest ku ji bo wan balafirek bê peydakirin da ku cenazeyan xwe bibin Sûriyê. 

Di 6'ê îlonê de li ser Behra Egeyê li herêma Bajaroka Ahmetbeylî ya Îzmîrê keştiyek binav bû. Di encama vê karesatê de 61 kesan jiyana xwe jidest dan. Xizmên penaberan ku ji Sûriyê çûn Tirkiyê, serê sibê li ber Saziya Tiba Edlî ya Bayrakliyê kom bûn û karûbarên nasname û teşhîsê kirin. Malbatan dan zanîn ku dixwazin cenazeyan bibin warên xwe, ji bo neqla cenazeyan ambûlans xwestine lê gelek pere ji wan hatiye xwestin lewma jî nikarin. Li aliyê din, ji ENKSe Dr. Bahsat Îbrahîm û Dijwar Keleş ji bo alîkarî bidin malbatan, çûn ber Saziya Tiba Edlî. Endamên konseyê li vir bi rayedarên saziyê re hevdîtin çêkirin û heta karûbarên malbatan bidawî bûn li gel malbatan man.

Em dikarin cenazeyan bi balafiran bibin

Endamê ENKSê Dijwar Keleş li vir daxuyaniyek da. Keleş da zanîn ku ji rayedarên tirk alîkariya ji bo birina cenazeyan xwestine û wiha got: "Rewşa aboriya van malbatan li holê ye. Em ji Tirkiyê dixwazin ku ji bo birina cenazeyan balafir peyda bikin. Qet nebe heta Deriyê Sînor ê Reyhanliyê bi balafirê bibin, em dikarin ji wir di sînor re derbas bikin. Wesayîtên taybet ên ji bo birina cenazeyan, gelek buha ne. Ji bo her cenazeyek 750 TL dixwazin. Malbat nikarin bidin."

Hemû kurd in

Keleş xwest ku penaberên hatine binçavkirin rastî muameleya xirab neyên û wiha got: "Hemû penaberên ku jiyana xwe ji dest dane, kurd in. Ji bo ku li Tirkiyê rastî pirsgirêkan neyên xwe wekî filistînî dane nasîn. Lê ne wisa ye. Ev mirov hemû kurd in û ji şerê li Sûriyê reviyane."(Rûdaw)

Diğer Haberler