Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
“Tirkiya dixwaze bi rêya Kurdistanê re bibe 10emîn welatê berhemhênerê enerjiyê”

“Tirkiya dixwaze bi rêya Kurdistanê re bibe 10emîn welatê berhemhênerê enerjiyê”

22 Mayıs 2012 Salı 23:43
Parlamenterekî berê yê Iraqê ragihand ku Tirkiya dixwaze bi rêya Kurdistanê re bibe 10emîn welatê berhemhênerê enerjiyê

22 Gulan  – Parlamenterekî berê yê Iraqê ragihand ku Tirkiya dixwaze bi rêya Kurdistanê re bibe 10emîn welatê berhemhênerê enerjiyê.

Elî Belo ji AKnewsê re daxuyand ku eger Herêma Kurdistanê rasterast petrolê henardey derve bike dê gelek pirsgirêkên xwe çareser bike û gaveke curî ber bi pêş ve bavêje.

Belo ronî kir ku Herêma Kurdistanê dikare piştî 3 salên din her roj milyonek bermîl henarde bike, Iraq jî niha milyon û 200 hezar bermîl henarde dike, eger yasaya petrol û gazê ya Iraqê jî bê pesendkirin piraniya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dê yekalî bibin.

Belo got jî, “Tirkiya dixwaze bi rêya lidarxistina konferansa navdewletî ya eneriyê li Hewlêrê re bazareke xwe peyda bike, ji ber konferans ji bal piraniya kompaniyên tirkî ve hate encamdan, Tirkiya niha 16emîn welatê berhemhênerê eneriyê li dinyayê ye û dixwaze bibe 10emîn welat.”

(AKnews)

Diğer Haberler