Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Tirkiye dê dewleta kurdan nas bike

Tirkiye dê dewleta kurdan nas bike

23 Nisan 2012 Pazartesi 22:40
Lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj: Ger kurd dewleta Kurdistanê îlan bikin, Tirkiye dê vê dewletê nas bike û bi dewleta Kurdistanê re cînartiyeke baş bike.

Lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj, bal kişand ger pirsgirêkên li Iraqê çareser nebin dê Iraq bibe sê perçe û kurd jî mecbûr bimînin dewleteke serbixwe îlan bikin. Li gorî Veroj, ger kurd dewleta Kurdistanê îlan bikin, Tirkiye dê vê dewletê nas bike û bi dewleta Kurdistanê re cînartiyeke baş bike.

Lêkoler û nivîskar Seîd Veroj, li ser serdana Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, têkiliyên Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û kurdan, li ser guherînên li Rojhilata Navîn, pirsên AKnewsê bersivandin.

Hatina Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Tirkiyeyê çawa dibînî?

Birêz Barzanî li Rojava û Amerîkayê, sefereke dirêj çêkir. Çû serdana gelek paytextan. Wisa diyar e hatina Barzanî ya Tirkiyeyê jî, helqa dawî ya vê seferê ye. Ev sefer li Tirkiyeyê xilas bû. Ji vir jî vegeriya çû Kurdistanê. Kurd hêmaneke hevseng a siyasî ya Rojhilata Navîn in. Di van bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin de, kurd hem teref e û hem jî hêmaneke girîng e. Jixwe sedemê esasî yê gera Serok Barzanî ji bo Rojava û Amerîkayê, digel paytextê van dewletan danûstandin û munaqeşekirina li ser bûyer û meseleyên herêmî bû. Divê hatina wî ya ji bo Tirkiyeyê jî, di vê çarçovê de bête nirixandin.

Di navbera Barzanî û rayedarên tirk de li ser kîjan mijaran danûstandin çêbûn?

Li ser hinek meseleyên girîng û esasî yên herêmê danûstandin çêbûn. Em dikarin van mijar û meseleyan wisa rêz bikin: Meseleya tesîra Îranê li ser Iraq û Sûryê, di çarçoveya Iraqa Federal de têkiliyên Malikî û Îranê, têkiliyên Malikî û kurdan, têkiliyên wezna şiî û sûniyan li Iraqê-Sûryê û mesela PKK’ê hatin şîrovekirin. Em dizanin li Iraqê têkiliya kurd û şiî û sûniyan hatiye qonaxeke pir hesas, xitimiye, ev pêvajo nameşe. Di xetimandina vê pêvajoyê de aliyekî herî girîng mudaxaleya Îranê ye. Wisa diyar e ku Îran dixwaze hem li ser Iraqê mudaxale û giraniya xwe zêde û qewîtir bike, hem jî li ser meseleya Sûriyê. Ku ev mudaxeleya Îranê bi ser bikeve, ev yek hem tesîr li ser wezan siyasî, neteweyî û mezhebî ya nava Iraqê û hem jî yê Rojhelata Navîn dike. Hem li herêmê û hem jî li Iraqa federal ji aliyekî ve weke hêmaneke herî girîng kurd hene. Û ji aliyê din ve jî wezna hesas a sûnî-şîayê li herêmê heye. Ku ev nakokî, ji nakokiya neteweyî jî kûrtir e û nêzîkê hezar û sêsed sal in ku berdewam dike. Têkiliyên van herdu aliyan jî bi Malikî re nebaş in. Malikî dixwaze bi piştgiriya Îranê jî rejîmeke dîktator damezrîne, hemû daxwazên kurd û sûniyên ereb piştguh bike, piroblemên çaresernebûyî yên di navbera aliyan de li gor berjewendiyên xwe çareser bike. Ev yek ne ji aliyê kurdan ve û ne jî ji aliyê erebên sûnî ve tê qebûlkirin. Ji daxuyanî û peyamên Serok Barzanî ev rewş diyar e. Serok Barzanî, sedemê bingehîn ên van problem û nakokiyan, her wiha rê û rêbaza çareseriya wan jî bi awayeke aşkera diyar dike û dide xuyakirin. Wî, ev helwesta xwe hem li Amerîkayê û hem jî li Tirkiyeyê da xuyanîkirin. Serok Barzanî got noqteya ku hatiye ‘têkiliyên me bi Iraqê re, bi Bexdayê re nameşe. Ger wisa dom bike, em ê gelê xwe berhev bikin, em ê serî li tercîha gelê xwe bidin’. Ev nîşaneya îlankirina serxwebûna Kurdistanê ye.

Gelo Hikûmeta Kurdistanê û Tirkiyeyê li rewşa Sûriyê çawa dinêrin?

Yek ji meseleyên herî girîng jî li Rojhilata Navîn Sûriye ye. Helqeyeke pir girîng a statûkoya heyî ye. Statûkoyek di sala 1920an de çêbû. Jixwe berê bi navê Iraq û Sûriyê dewlet tunebûn. Wê pêvajoyê ev dewlet ava kirin. Di nava demê de, ji ber tesîr û têkiliya şerê sar, Sûriye li herêmê gihişte qonaxeke pir hesas. Rewşa îroyîn a Sûriyê, hem ji bo meseleya Lubnanê, hem ji bo statûkoya heyî ya Rojhilata Navîn, hem ji bo senga şiîtî û sûniyan, hem jî ji bo dahatûya Îranê û meseleya ji nû ve şekilgirtina Rojhilata Navîn, pir girîng e. Noqteya ku hatiye ne tehamûla xelkê Sûriyê û ne jî tehamûla navneteweyî ji dîktatorên wekî Beşar Esed û dîktatorên din re maye. Tehamûla xelkê van welatan jî nemaye. Sîstem bi xwe jî tehamûla van tiştan nake. Sîstem dixwaze hêmanên ku entegreyê sîstemê nebûne, wan jî entegre bike. Ev pêvajo bi mudaxeleya 1991-1992’an a Şerê Kendavê dest pê kir û ev pêvajo îro jî dewam e.

Pirsgirêkên neteweyî û olî li Rojhilata Navîn ketine nava hev. Ev yek hertiştî aloztir dike. Tu vê yekê çawa dibînî?

Di vê cografyayê de meseleya herî kevnare û kûrtir, meseleya olî-mezhebî ye. Meseleya nakokiya mezhebî ji ya neteweyî pir kûrtir e. Meseleya şiî û sûnî li herêmê û li tevahiya cografyayê meseleyeke pir girîng e. Ev hevsenga ku heye dê biguhere. Wisa diyar e ku di çarçoveya pêvajoya nû de, dê li Iraq û Sûriyê hevsengeke nû ya siyasî û olî bête damezirandin. Li Iraqê piranî desthilatdarî di destê şiayan de ye. Wisa diyar e li muqabilê Iraqê dê li Sûriyê jî hevsengeke nû ya giraniya sûniyan hebe dê çêbibe. Ev hevsenga heyî dê biguhere, ev dîktatorî dê biguhere, rejîma Beas a Sûriyê dê têk biçe. Hêz û quweta ku berê parastina vê statûkuyê dikirin, hê jî parastina vê statûkoyê didomînin. Bi tevî têkçûna vê statûkoyê, bi gotina Diyarbekiriyên me, dê tirşikçsyên vê statûkoyê jî têk biçin.

Helwesta Tirkiye, Rûsya, Îran û Çînê ya li hemberî vê pêvajoyê çawa dinirxînî?

Tirkiye dibêje 900 kîlometre sînorê min bi Sûriyê re heye. Her guhertineke ku li Sûriyê çêbibe dê tesîr li ser min jî bike. Mînaka Iraqê heye. Ji aliyê din ve Tirkiye dixwaze bibe hêzeke herêmî. Ji bo vê yekê Tirkiye divê xwe îspat bike, xwe li dûrî van meseleyên li herêmê diqewimin negire. Dema ku tu dewa mezinatiyê bikî, divê tu di nava doz û deweyan de bî, di nava meseleyan de bî. Tirkiye jî noqteya ku hatiye bi sermiyana xwe, bi hêza xwe ya leşkerî, bi tecrûbeyên xwe yên sîstemê re, li herêmê muqabilê Îranê dixwaze bi Rojava re sekneke din diyar bike. Nakokiya esasî ya Tirkiye û Îranê ev e. Û herweha jî dîrokî ye. Îran, Tirkiye ji xwe re weke hêzeke dijraber, talûke û rîsk dibîne. Tirkiye jî belavbûna Îranê, zêdebûna tesîra Îranê li ser Iraqê, Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe weke rîskekî dibîne. Di vê çarçoveyê de Tirkiye û Îran di hinek meseleyan de nêzikî hev bin jî di meseleya Sûriyê de rasterast dijberî hev in. Ev dijberî her diçe kûrtir dibe. Rusya û Çîn jî ji bo ku berjewendî û giraniya nifûsa xwe ya li herêmê berdewam bikin, bi taybetî ji bo Çînê bidestxistina enerjiya kêm-mesref û erzan, parastina statûkoya heyî û berdewamiya rejîma wan dikin. Bêguman ev helwest li ser bingeha zihniyet û hesabên dema şerê sar dimeşe, serkevtina wê ne mimkun e.

Hikûmeta Kurdistanê û Tirkiyeyê di kîjan pozîsyonê de ne?

Noqteya ku hatiye Tirkiye jî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî di eniya guhertinê de cihê xwe digrin. Bi serkêşiya Amerîka û dewletên Rojava yên Ewropayê, Tirkiye û hikumeta Başûrê Kurdistanê di eniya guhertina statûkoya heyî de cih digrin. Ji ber vê yekê bi dilê Tirkiyeyê be ne bi dilê wê be, dê di nava vê eniya guhertinê de bi mutefîkê xwe re nêzikî hev bin. Ji van aliyan yek jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye, siyaseta wan e, helwesta wan e. Ev yek ji bo Tirkiyeyê girîng e. Îro di herêmê de helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê pir girîng e. Bi taybetî di meseleya Iraq û Sûriyê de dikarin hevsenga Rojhilata Navîn biguherînin. Helwesta kurdan evqas girîng e. Ji ber vê yekê hevdîtina Tirkiye û Barzanî, gelek normal e û hevdîtina Tirkiye û yên ku di vê zemînê de cih digrin girîng e. Beriya vî Erdogan bi xwe jî çû Amerîkayê, Erebistana Siûdî, Kuveytê. Yên ku di vê eniyê de cih digrin, danûstandinên wan bi hev re hene. Hevdîtina Barzanî jî divê em di vê çarçoveyê de bibînin.

Baş e hûn helwesta PKK’ê ya di vê pêvajoyê de çawa dibînin?

Ji daxuyaniyên Karayilan û serokê BDP’ê Demîrtaş xuya dike ku ew ji serdana Barzanî gelek aciz in. Îro PKK di meseleya Sûriyê de, di xeta statûkoparêz de cih digre. Tirkiye tiştê ku xuya dike, di vê noqteyê de PKK’ê weke rîskekî ji bo xwe dibîne. Bi hin îhtîmalan tevdigere. Dibêje Îran û Sûriye dikare PKK’ê li hemberî me bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de hesasiyetek nîşan dide. Herçiqas siyaseta PKK’ê wek dijberê Tirkiyê xuya bike jî bi vê siyaseta xwe ya statûkoparêz, aloz û bêîstiqrar, dikare bibe sedem ku Tirkiyeyê bikşîne nava axa Kurdistana Sûriyeyê jî. Divê PKK-PYD dev ji Encûmena Kordînasyona Neteweyî ya Sûryê berde û bi siyaseta xwe ve digel Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê tevbigere. Ku ev yek nebe, mimkun e ku PKK-PYD bibe sebebê şerê navxweyî di Kurdistan Rojava de.

Nêzikahiya Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş a li hemberî serdana Barzanî tê çi wateyê?

Serdana Serok Barzanî ji bo Tirkiyeyê, PKK-BDP’î aciz kirin. Hem daxuyaniya Karayilan û ham jî yên Demîrtaş nîşaneyên vê aciziyê ne. Di nava gotinên wan de ne siyaset, kîn û dijberiyekî tundrew heye. Daxuyaniyên Mesûd Barzanî yên derbarê PKK’ê de pir aşkera bû. Mesûd Barzanî got; “Dema şerê çekdarî nemaye, eger PKK li ser şerê çekdarî israr bike, divê amade be ku netîceyên wî jî hilgire, em ne terafê şerî ne. Eger PKK biryara ji bo şer bide, em ê rê nedin ku şerê xwe bîne herêma me. Min tu caran negotiye em dê PKKê bêçek bikin. Û herweha bi riya me tu danûstendin bi PKK’ê re çênebûne.” Di van gotin û daxuyaniyan de çi tiştê nerast heye ku Demirtaş xwe pê aciz bike.

Behsa kîjan gotinên Selahattîn Demîrtaş dikî?

Gotin û daxuyaniya ku beriya hatina Serok Barzanî di çapemeniyê de hatin belavkirin. Divê em vê yekê bidin diyarkirin ku gotin û daxuyaniyên Serokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş derbarê serdana Serok Barzanî de, pir sivik û bê mane bûn. Got Amerîka û Tirkiye dixwaze Barzanî bike serokê hemû kurdan. Baş e Barzanî destûr ji Amerîkayê girtiye bûye serokê kurdan? Sed salan malbateke di nava têkoşîna miletê kurd de tê. Ji Şêx Evdilselam Barzanî heta niha têdikoşe. Ma Amerîkayê destûr dabû wî ku têkoşîna gelê xwe bike, berjewendiyên gelê xwe biparêze? Siyaseta Barzanî zelal e. Ji bo berjewendiyên gelê xwe siyasetek dimeşîne. Em sê malbatên bavê Barzanî dizanin û dibînin helwesta wan çi bûye. Lê Selahattîn Demîrtaş dema ku van gotinên sivik dibêje, em nizanin ka bavê wî, kalê wî çiqas di nava têkoşîna gelê kurd de cih girtine. Çi fonksiyona wan, çi keda wan heye? Ew Demîrtaşê ku bi xwe serokatiya Barzanî naecibîne, ji Barzanî aciz e, bi xwe bila bi miletê xwe re bi kurdî qise bike. Wê demê qet nebe em ê bêjin bi kurdî qise dike. Ji ber vê yekê xwe acizkirina Demîrtaş û BDP’ê tiştekî vala bû.

Di nûçeyên çapameniya tirk de hate gotin dê Barzanî ji bo danîna çekên PKK’ê bikeve dewrê. Tu ji vê rewşê re çi dibêjî?

Ji xwe tiştê ku Barzanî got, aşkera bû. Got, “me ji PKK’ê re negotiye çek berdin yan jî bernedin. Me gotiye ev mesele bi çekdarî, bi tundrewî çareser nabe. Lê eger PKK dixwaze şer dom dike, ew biryara wê ye. Feqet PKK bixwaze şerê xwe bîne nava axa me, em vê yekê qebûl nakin”. Kî qebûl dike ku Barzanî qebûl bike? Tiştê ku Barzanî gotiye ev e.

Di danûstandinên rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, li ser kurdên Tirkiyeyê jî hin tişt derdikevin pêş an na?

Barzanî herdem aşkera, vekirî gotiye. Gotiye; “Em mudaxaleyê perçeyekî din ê Kurdistanê nakin”. Di meseleya Sûriyeyê de jî aşkera got. Ji bo kurdên Sûriyê got; “Yekitiya xwe çêbikin, daxwazên xwe diyar bikin, em weke birayên we, bi we re ne. Ya duyemîn, di wê çarçoveyê de meseleya tundrewiyê, çekdarî neynin rojevê, nekevin nava van têkiliyan”. Ma tu xusareke van gotinan ji bo kurdan heye? Dema ku BDP, PKK van rexneyan dike, gelo bila vegere li siyaseta xwe binêre. Siyaseta wê çiqas xizmet ji kurdên Sûriyeyê re, ji kurdên Tirkiyeyê re dike? Şîdetek, tundirawiyek bêyî hedefa siyasî têkbirina vî miletî ye.

Li gorî te lênêrîna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser Sûriyê lênêrîneka çawa ye?

Serok Barzanî li hemberî siyaseta Tirkiyeyê jî li hemberî ereban jî siyaseta xwe bi aşkera diyar kir. Got; “Li Sûriyê miletek heye, heq û hiqûqê wê heye. Di çarçoveya rêbazeke bê şîdet ji bo bidestxistina mafên kurdên Sûriyeyê de çi pêdivî hebe, em ê wê bikin”. Bang li Encûmena Niştimanî ya Sûriyeyê kir. Got; “Dev ji gotinên sivik, gotinên ne demokratîk û şoven berdin, dev ji lîstikan jî berdin. Hûn yek bi yek bi grûbên kurdan re nekevin têkiliyê. Yek temsîla miletê kurdên Sûriyeyê heye. Ew jî Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê ye. Hûn têkiliyên xwe divê bi wan re xweş bikin”. Ev mesajeke pir aşkera ye. Ji bo Tirkiyeyê jî wisa ye. Di civîna Stenbolê de Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê nehate vexwandin. Kurdan aciziya xwe nîşan da. Daxuyaniya Barzanî ya li ser kurdên Sûriyeyê pir girîng bû. Ev mesaj di heman demê de ji bo Tirkiyeyê jî bû. Eger Tirkiye bixwaze siyaseta derbarê kurdên nava xwe îxracê Sûriyeyê bike, ne mimkune têkiliya wan bi hikumeta Kurdistanê re baş be û herdu alî li ser meseleya Sûriyeyê li hev bikin.

Piştî têkçûna Beşar Esad, Sûriye dê li ser kîjan mêzînê ava bibe?

Hevsenga şiî û sûniyan dê li gorî bi qasî ku Iraqê denge bikin, çêbikin. Meseleya din jî meseleya neteweyî ya kurdên li Sûriyeyê ye. Nifûsa kurdên Sûriyeyê ji nifûsa filisitiniyan, gelek dewletên erebî û ji Kosovayê jî kêmtir nîn e. Eger meseleya kurdên Sûriyeyê li ser esaseke siyasî-neteweyî çareser nebe, hevsenga nû ya Sûriyeyê li cihê xwe rûnanê. Ev jî dide nîşan ku dê bûyerên li wê derê gelek bajon.

Li gorî te têkoşîna nazik û dîplomatîk a di navbera Tirkiye û Îranê de, li ser kîjan armancan tên meşandin?

Bêguman siyaseta dewletan li ser berjewendiyên wan çêdibe. Têkoşîna bandora nifûsa Tirkiye û Îranê, ji dema Osmaniyan û Sefewiyan heta îro dewam dike. Tirkan ev dîtine. Di dema Yavuz Sultan Selîm de, di 1514’an de, peymanek bi kurdan re çêkirin û bi vî awayî pêşiya belavbûna Îranê girtin. Îro jî hesabên Tirkiyeyê ya herî girîng li ser Îranê ye. Tirkiye tesîra Îranê ya li ser herêmê li ser Sûriyeyê, li ser Iraqê, li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Ji ber vê yekê dixwaze giraniya Îranê berteraf bike. Her çiqas Tirkiye naxwaze hevsenga wan û Îranê xira bibe jî lê Îran nasekine. Dema ku tesîra Îranê li ser Iraqê li ser Sûriyeyê zêde bibe, ev tê wê wateyê ku dê tesîra Tirkiyeyê kêm bibe. Ji ber vê yekê ku Tirkiye bi kurdan re li hev nek û ji meseleya kurdên Bakur re çareseriyekî ku wan îqna bike nebîne, li herêmê dijberiya kurdan bike, dê wenda bike.

Tirkiye îro li hemberî Îranê dikare xwe bi kî bigre?

Li Başûr kurd hene û li Iraqê jî sûnî hene. Muxalifên li Sûriyeyê jî hene. Eger têkiliyên xwe bi van re xweş bike, encax dikare digel wan li hemberî Îranê bisekine. Bi ya min têkiliyên Tirkiye û kurdan, bêhtirbûna wan, girîngbûna wan, zêdebûna tesîra Îranê ya li ser herêmê ye. Lewre Tirkiye dixwaze li herêmê bibe dewleteke sereke. Dema ku bibe hêza herêmî, hêza li hemberî wê Îran e. Tirkiye dê Îranê li hemberî xwe bibîne. Di sehayê de jî dibîne. Ger bi van gelan re têkiliyên xwe xweş bike, dê Tirkiye bikaribe li hemberî Îranê bisekine. Tirkiye ger bixwaze bibe hêzeke herêmî, wê demê nikare xwe ji meseleyên herêmê re bêdeng bike. Tirkiye bixwaze nexwaze jî di nava meseleyê de ye.

Di rewşeke wiha de kurd serxwebûna xwe îlan bikin dê Tirkiye helwesteke çawa nîşan bide?

Bi ya min tu riyeke din li ber Tirkiyeyê tune ye. Eger kurd mecbûr man dewleta xwe îlan kirin, eqlê selîm ê Tirkiyeyê dibêje; “Divê em piştgiriya kurdan bikin û dewleta kurdan nas bikin”. Têkiliyên kurdan û ereban neçe serî, parçebûna Iraqê dê mîsoger be. Iraq dê bibe sê perçe. Bêguman ez wisa bawer dikim, Kurdistana serbixwe dê bê îlankirin. Tirkiye dê wê nas bike. Lewre em dizanin ew tîcareta ku Tirkiye bi Kurdisatana Başûr re dike, ji dema Iraqê ji dema Beasê gelekî zêdetir e. Li Kurdistana Başûr xaz heye, petrol heye. Ev têra bazara Ewropayê jî dike û Tirkiyeyê jî dike. Tirkiye li ser esasên berjewendiyê, dê bi kurdan re cînartiyeke baş bike. Li ser esasê wekhevî û rêzgirtinê çima têkiliyên baş daneyne? Dema ku dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bê îlankirin, Tirkiye û gelek dewletên din jî dê wê nas bikin. Tirkiye nikare dijberiya wê bike. Wekî din tu rê tune ye. Ji bo ku têkiliyên herdu aliyan baş nebin, tenê astengiyek heye; ew jî mesela çareseriya kurdên li Tirkiyeyê ye. Tirkiye ji bo ku bi kurdên Başûr re têkiliyên xwe baş bike, lazim e meseleya kurd di nava xwe de jî heta dereceyek çareser bike. Di nava Tirkiyeyê de 15-20 milyon kurd hene. Ku Tirkiye vê meseleyê hal neke û kurdên Başûr jî wan nebîne, ne mimkune têkiliyên wan xweş bibin. Ez di wê baweriyê de me ku Mesûd Barzanî ji bo ku Tirkiye meseleya kurdên di nava xwe de çareser bike, daxwazên xwe ji Tirkiyeyê re gotiye.

Portre / Seîd Veroj

Seîd Veroj, di sala 1966’ê de li gundê Hopê ya bi ser navçeya Pîrana Diyarbekirê ji dayik bû. Xwendina seretayî li gundê xwe xelas kir, navendî û amadeyî jî li bajarê Diyarbekirê xwend. Di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamosteyiya Kîmyayê xelas kir. Di sala 1997’ê de, digel hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara WARê kir. Kovara War, kovareke heta 2004’an berdewam kir. Ji 21’ê adara 2005’an vir de jî kovara BÎRê diweşîne. Veroj, hê jî di kovara Bîr de weke sernivîskar û edîtor jî dixebite.

Maşallah Dekak / AKnews

Diğer Haberler