Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
“Tirkiye, Jı Bo Perwerdehıya Zımanê Dayıkê Ne Amade Ye”

“Tirkiye, Jı Bo Perwerdehıya Zımanê Dayıkê Ne Amade Ye”

06 Kasım 2012 Salı 09:27
Kemal Kiliçdaroğlu, li İstanbulê bu mivanê Komeleya Rojnamevanên Aboriyê

Kemal Kiliçdaroğlu,  li İstanbulê bu mivanê Komeleya Rojnamevanên  Aboriyê û bibîranî ku gelek caran bang li aliyan kiriye ku, greva birçîbûnê bê bi dawî kirin.

“Daxwazên wan hene,  lê muxatabê van daxwazan, ne partiya muxalefetê a sereke ye. Çimkî em ne desthiladar in.  Muxatabê ku guh bide van daxwazan, hikumet e.  Divê ji ser laşe mirovan siyaset neyê kirin. Ramanên me yên li ser mijara zimanê zikmakî diyar in. Her kes dikare zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Ji bo ku qedexeya li ser zimanê zikmakî rabe, ewil me pêşniyar da.  Baweriya min ewe ku di mijara perwerdehiya zimanê zikmakî de Tirkiye hêj ne amade ye.”

Daxuyaniyên serokwezîr yên derbarê darvekirinê jî ji Kılıçdaroğlu hate pirsîn.

“Jixwe li parlementoyê hejmara parlementerên birêz Erdoğan zêde hene.  MHP jî alîkariyê dide wan. Bila ji dora bi werîs digere, çi hewce dike bila bike.  Ji berê û heta îro ramana me ya derbarê darvekirinê de diyar e.  Partiya me li hemberî darvekirinê ne.

Mijareke din ya di rojevê de jî îdiaya ji Azîz Yildirim re pêşniyariya parlementeriyê bû.

“Ez vê pêşniyarê hêj nû dibihîsim. Li holê tu hilbijartin jî tune ye ku ez pêşniyara parlementeriyê jê re bikim. Bi tenê ji bo derbasbûyînê min wî ziyaret kir.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler