Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Tirkiye ji ’Kurdistana Mezin’ ditirse

Tirkiye ji 'Kurdistana Mezin’ ditirse

26 Temmuz 2012 Perşembe 23:37
Rojnameya rojane FR behsa bêhuzûriya Tirkiyeyê ya di derbarê rûdanên li herêmê de dike û dibêjê ku ev pêşveҫûnên li herêmê wê bandorê li siyaseta Tirkiyeyê ya di derbarê kurdan de jî bike.

Ev sernivîsa li jor, sernivîsa rojnameya alman a navdar Frankfurter Rundschau (FR) ye. Rojnameyê di hejmara xwe ya îro de şîroveyek li ser rewşa rojavayê Kurdistanê weşandiye. Di destpêka nivîsê de ev pirs tê kirin: "Gelo li bakurê Sûriyê tuxmê dewletek kurd a serbixwe tê avêtin?".

Rojnameya Frankfurter Rundschau van agahdariyan dest bi şîroveya xwe dike: "Di bin siya şerê li Şam û Helebê de serhildêrên kurd li ser xetek dirêj a sînorên Tirkiyeyê di rojên derbasbûyî de ´Herêma Kurdistan a Otonom´ (mebest Xweseriya Demokratîk a Kurdistan e-Rûdaw) îlan kirin. Hema bêje leşkerên Sûriyê bêyî ku li ber xwe bidin, ji sê parêzgehên kurdan ên hejmara kurdan derdora 3 milyon in li wir, xwe vekişandin. Van agahdariyên ҫapemeniya tirk, ereb û kurd bi yekdengî didin."

Barzanî xwe sîwana parastina kurdên Sûriyê dibîne

Rojnameya alman FR di berdewamiya şîroveya xwe de behsa ciwanên kurd ên karê ewlekariyê ku li ser milên xwe girtine û alên kurdan ên dihejin li nava bajar diheje jî dike. Rojname destnîşan dike ku "Bakurê Îraqê di vê yekê de roleke girîng leyîst" û dû re behsa dîmenên leşkerên kurd ên ku tê gotin li ser sînorê başûr û rojavayê Kurdistanê sekinîne dike. Herwiha behsa axaftina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di derbarê leşkerên kurd ên ji artêşa Sûriyê reviyane û li Başûrê Kurdistanê perwerdehiya leşkerî kirine jî dike û vê analîzê dike: "Serok Mesud Barzanî li paytext Hewlêrê vekirî got ku ew leşkerên kurd ên ji artêşa Sûriyê reviyane û ji bo ku ´dema valehiyek ewlekarî biqewime´ hatine perwerdekirin. Wî nepejirand ku di nava wan leşkeran de hêzên ji bakurê Îraqê jî hene, lê belê mesajek wisa ji axaftina wî derket, wekî ku ew xwe sîwana parastinê ya Kurdên Sûriyê dibîne. Bi vê yekê careke din jî xuya kir ku Barzanî guh nade siyaseta derve ya Îraqê û başûrê Îraqê roj bi roj ji xwe bawer bi awayekî hêzek siyasî ya bi serê xwe li herêmê tevdigere."    

Tirk ji hebûna wêneyên Ocalan ecêbmayî man

Rojnameya rojane FR behsa bêhuzûriya Tirkiyeyê ya di derbarê rûdanên li herêmê de jî dike û dibêjê ku ev pêşveҫûnên li herêmê wê bandorê li siyaseta Tirkiyeyê ya di derbarê kurdan de jî bike. Rojname helwesta Tirkiyeyê bi vî rengî şîrove dike: "Qunciknivîs û şîrovekerên tirkan di nava sosretek mezin de li wêneyên Rêberê Kurdên Tirkiyeyê Abdullah Ocalan ên bi xaniyan ve û li meşên  rojavayê Kurdistanê dinêrîn. Hê ji nava mijê ronahî bi awayekî baş xuya nake, lê belê misoger dixuye ku ENKS û PYD wê hilweşînê li Bakur-rojavayê Sûriyê pêk bînin."

Frankfurter Rundschau di dawiya şîroveya xwe de dibêje ku mehên borî Encûmena Kurdî nekarî xwe bike di bin banê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê de, ji ber erebên Sûriyê li ber daxwaza otonomiya kurdan nedihatin û wisa şîroveya xwe diqedîne: "Ya herî xwedî hêz û pêşiya hemûyî xwedî hêza leşkerî PYD ye û daxwaza otonomiyek li rojavayê Kurdistanê dike. Ew bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ku li Tirkiyeyê qedexe ye ve girêdayî ye û Ocalan jî wekî serokê xwe dibîne."

Rûdaw

Diğer Haberler