Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Tirkiye li ser zarokan durûtiyê dike

Tirkiye li ser zarokan durûtiyê dike

23 Nisan 2012 Pazartesi 22:25
Nursel Aydogan, bal kişand, li cîhanê tenê li Tirkiyeyê cejna zarokan tê pîrozkirin û wiha got: “Lê li cîhanê tenê li Tirkiyeyê mafên zarokan evqas tên binpêkirin. Ev durûtiya Tirkiyeyê nîşan dide.”

Diyarbekir 23 Nîsan – Parlamentera BDP’ê ya Diyarbekirê Nursel Aydogan, bal kişand, li cîhanê tenê li Tirkiyeyê cejna zarokan tê pîrozkirin û wiha got: “Lê li cîhanê tenê li Tirkiyeyê mafên zarokan evqas tên binpêkirin. Ev durûtiya Tirkiyeyê nîşan dide.”

Bi pêşengiya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) û Komeleya Lêkolîn û Pêşdebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) de, li Parka Koşuyoluyê ya Diyarbekirê, li ser binpêkirinên mafên zarokan daxuyaniyeke çapameniyê hate dayîn. Parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Diyarbekirê Nursel Aydogan, rêveberên Egîtîm Sen, Kurdî-Der û gelek zarok jî tevli daxuyaniyê bûn.

Ji ber Abîdeya Danezana Mafên Mirovan heta Abîdeya Mafên Jiyanê, meşek hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên zarokên kurd ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin, hatin bilindkirin. Li vir, zaroka kurd a bi navê Hêlîn, li ser navê zarokan axaftinek kir. Hêlîna biçûk, xwest bi zimanê kurdî perwerdehî bê dayîn û zarokên kurd êdî neyên kuştin.

aydoganzarokPiştre Parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan axivî. Aydogan, bal kişand ku li cîhanê tenê li Tirkiyeyê ji bo zarokan cejnek hatiye veqetandin û wiha got: “Lê li cîhanê tenê li Tirkiyeyê mafên zarokan evqas tên binpêkirin. Bi sedan zarok hatine kuştin û bi sedan zarokên kurd hatine girtin. Hê jî perwerdehiya bi kurdî li Tirkiyeyê qedexe ye. Ev durûtiya Tirkiyeyê nîşan dide.”

Piştî axaftinan çalakiya zarokan qediya.

md AKnews

 

Diğer Haberler