Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Tirkiye li Sûriyê siyaseteke durû dimeşîne

Tirkiye li Sûriyê siyaseteke durû dimeşîne

05 Nisan 2012 Perşembe 00:23
Abdulhay Okumuş, diyar kir ku Tirkiye li Sûriyê behsa demokrasiyê dike lê mafê perwerdehiya kurdî nade 20 milyon kurdan. Okumuş, Tirkiyeyê bi siyaseta durûtiyê sûcdar kir.

Diyarbekir – Rêveberê Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd (TDŞK) Abdulhay Okumuş, diyar kir ku Tirkiye li Sûriyê behsa demokrasiyê dike lê mafê perwerdehiya kurdî nade 20 milyon kurdan. Okumuş, Tirkiyeyê bi siyaseta durûtiyê sûcdar kir. Abdulhay Okumuş ku di heman demê de di Komîsyona Piştgiriya Kurdên Sûriyê ya li Diyarbekirê de ye, derbarê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî kurdên Sûriyê de ji AKnewsê re axivî. Okumuş, bal kişand ku muxalefeta ereb a li Sûriyê baweriyê nade kurdan, daxwazên kurdan qebûl nake û Tirkiye jî tenê muxalefeta ereb weke muxatab digre. Okumuş, diyar kir ku armanca sereke a Tirkiyeyê ew e ku li Sûriyê pêşiya mafên kurdan bigre û ji AKnewsê re wiha got: “Hesasiyeta Tirkiyeyê li ser meseleya kurd e. Jê re demokrasiya Sûriyê evqas ne girîng e û ev yek ne xema Tirkiyeyê ye. Tirkiye ditirse ku piştî Başûrê Kurdistanê li Sûriyê jî kurd statûyek bi dest bixin û ev yek tesîr li ser kurdên li Tirkiyeyê bike.” Okumuş, bal kişand ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di serdana li Almanyayê de asîmîlasyonê weke “sûcê mirovahiyê” bi nav kiribû lê li Tirkiyeyê mafê perwerdehiya bi kurdî nade 20 milyon kurdan. Okumuş, wiha axivî: “Tirkiye ji bo ku pêşî li statûyeke kurdan bigre, hemû dîplomasiya xwe li ser vî awayî dimeşîne. Lê peyamên xwe yên li hemberî qetl û tedayiya Beşar Esad û demokrasiyê jî nîşan dide û dualî dilîze. Ger mirov baş bi nav bike, siyaseteke durûtiyê dimeşîne. Ji aliyekî ve alîgira demokrasiyê xwe nîşan dide li aliyê din jî dixwaze pêşiya bidestxistina mafên kurdan bigre.” AKnews

Diğer Haberler