Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
”Tirkiye naxwaze ezmûna Herêma Kurdistanê li Sûriyê jî dubare bibe

"Tirkiye naxwaze ezmûna Herêma Kurdistanê li Sûriyê jî dubare bibe

31 Mart 2012 Cumartesi 18:36
Cengîz Çandar di nivîa xwe ya îro de, wiha dibêje: “Tirkiye naxwaze herêmek weke Herêma Kurdistanê li Sûriyê ava bibe û karê neyarên rejîma Esed bêyî kurdan dê bikeve zehmetiyê”.

Hewlêr, 31 Adar  - Rojnamevanê navdar ê tirk Cengîz Çandar di nivîa xwe ya îro de, ku di rojnameya Radîkalê de hatiye weşandin, wiha dibêje: “Tirkiye naxwaze herêmek weke Herêma Kurdistanê li Sûriyê ava bibe û karê neyarên rejîma Esed bêyî kurdan dê bikeve zehmetiyê”.

Çandar, di navîsa xwe ya îro de behsa rewşa Sûriyê û rola kurdan di çareseriya aloziya wî welatî de dike û diyar dike, bêyî kurdan, neyarên rejîma Beşar Esed nikarin zêde tiştekî bikin. Kurd heta mafên xwe garantî nekin beşdarî tevgera opozîsyonê nabin û ji ber ku Tirkiyê destûr nedaye kurd wek “desteya neteweyî ya kurd” beşdarî civîna Stenbolê, ku dê 1ê nîsanê bê sazkirin, bibin, dê civînê baykot bikin.

nivîskarê tirk, behsa rola Tikriyê di “alozkirina” rewşa Sûriyê de jî dike û dibêje, Tirkiye dixaaze siyaseta xwe ya ”çaresernekirinê” ya ji bo pirsa kurdî li Tirkiyê li ser pirsa kurdên Sûriyê jî bi kar bîne û nehêle ezmûna Herêma Kurditsana Iraqê li wir jî pêk bê.

Li gorî Çandar, plana 6 xalî ya nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban Kofi Annan jî ne li gorî dilê Tirkiyê ye û dê “temenê rejîma Esed dirêj bike” her wiha daxaza kurdan kû wekî miletê duyemîn li Sûriyê bên qebûl kirin û sîstemeka nemerkezîyetê bê avakirin jî ne bi dilê Tirkiyê ye.

Cengiz Çandar dibêje, heke Tirkiye siyaseta xwe li hemberî kurdên bakurê Kurdistanê neguhurîne û bixaze siyaseta xwe ya li Tirkiyê “bişîne” Sûriyê jî, wê demê dê tengav bibe.

Çandar dibêje, digel ku têkiliyên Tirkiyê digel desthilata Herêma Kurdistanê baş e jî, lê heta niha jî Tirkiyê federalîzma li Iraqê baş pesend nekiriye û naxwaze kurdên li Kurdistana Sûriyê jî mafên wekî li Kurdistana Iraqê hebin dakû sibê ji kurdên bakurê Kurdistanê re nebin mînak û hêcet.

AKnews
 

Diğer Haberler