Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Tirkiye Sûriye Da Ber Topan: 30 Mirî

Tirkiye Sûriye Da Ber Topan: 30 Mirî

04 Ekim 2012 Perşembe 08:46
Îro danê esre ji aliyê Sûriyeyê topek hat avêtin û ji ber topê li Akçakaleyê 5 kesî can da, 9 jî birîndar hene.

Lê piştî bûyerê li Enqerê tevgerdariyeke girîng pêk hat. Demên dereng ji Serokwezîriyê daxuyaniyek hat. Di daxuyaniyê de tê gotin ku: “Li hemberî vê êrîşa menfur hêzên me yên sînorê demildest bersiv dane û cihên ku bi radarê ve hatine tespit kirin, bombebarana hêzên me xwariye.”

Tê zanîn ku piştî xistina firoka Tirkiyeyê, hatibû daxuyandin ku qaîdeyên angajmanê hatiye guherandin.  Balkêş e ku piştî 38 salan ya şerê Qibrisê- bilî Iraqê- cara ewile Tirkiye dersînorê xwe midaxaleya eskerî pêk tîne.

Ji qanala El Cezîreyê xeberek balkêş hat dayîn ku li gor xeberê ji ber bomberbaran Tirkiyê li Sûriyê 30 kesî can daye.

Ji Sûriyê jî daxuyanîya lêdana Îdlibê hat. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler