Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Tirkiyeyê nehişt şandeya Başûr tevlî pêşangehê bibe

Tirkiyeyê nehişt şandeya Başûr tevlî pêşangehê bibe

11 Nisan 2012 Çarşamba 20:59
“Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Rojhilata Navîn” li Diyarbekirê dest pê kir. Ji 16 welatan 171 kargeh û fîrma tevlî pêşangehê bûn. Lê Tirkiyeyê nehişt ji Herêma Federal a Kurdistanê 60 kes tevlî pêşangehê bibin.

Diyarbekir 11 Nîsan  – “Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Rojhilata Navîn” li Diyarbekirê dest pê kir. Ji 16 welatan 171 kargeh û fîrma tevlî pêşangehê bûn. Lê Tirkiyeyê nehişt ji Herêma Federal a Kurdistanê 60 kes tevlî pêşangehê bibin.

fuarqeyranPêşangeha 4emîn bi tevlêbûna Wezîrê Çandinî û Ajeldariyê Mehdî Eker, Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, Cîgira Şaredariya Diyarbekirê Hafîze Îpek û Waliyê Diyarbekirê Mustafa Toprak tevlî vekirina pêşangehê bûn. Ji 16 welatan 171 fîrma tevlî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de amûr û alavên cotkarî, çandinî û ajeldariyê hatin pêşan din.

Li gorî agahiyên ku AKnewsê bi dest xist, Tirkiyeyê li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji şandeya Herêma Federal a Kurdistanê re astengî derxist û vîze neda 60 kesî û nehişt ev kes tevlî vê pêşangehê bibin. Di nava kesên ku hatin astengkirin de endezyar, kesên bi zîraet, cotyariyê re eleqedar dibin jî hene.

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîgolu, li hemberî vê astengkirinê nerazîbûn nîşan da û ji AKnewsê re wiha axivî: “Ji gelek welatan tevlêbûn çêbû. Ev herêm bi pîşesazî, çandinî û zexîreyê debara xwe dike, aboriya xwe bi pêş dixe. Divê di navbera Kurdistana Iraqê û Diyarbekirê de têkiliyên biratî û aboriyê xurtir bibin. Divê Deriyê Xabûrê deriyê biratiyê be. Ev van astengkirin an rast nabînin. Em ê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê sibê bi rayedaran re biaxivin. Kurdistana Iraqê ji bo me bazareke muhîm e. Divê em pêşiya vê yekê vekin.”

Hêjayî gotinê ye ku ji Herêma Federal a Kurdistanê ji 100’î zêdetir kes tevli pêşangehê bûn. Pêşangeh dê heta 15’ê mehê vekirî bimîne.

AKnews
 

Diğer Haberler