Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Tirsa mezin a partiyan

Tirsa mezin a partiyan

08 Nisan 2017 Cumartesi 13:43
Dengdana ji bo referandûma pergala serokomartiyê ya Tirkiyê nêzîk dibe û amadekarî ber bi dawîbûnê ve diçin. Lê belê HDP û CHP bi awayekê hevbeş ji encamdana saxtekariyan di proseya dengdanê de û guhertina encamên referandumê ditirsin.

Yek ji amadekariyên girîng jî destnîşankirina çavdêrên ser sindoqan in. Ji bilî çavdêrên ku ji aliyê hikûmet û dewletê ve hatine erkdarkirin, partiyên siyasî jî çavdêrên xwe destnîşan kirine. Bi saya van rêkaran di dengdanan de zelalî û şefafî pêk tê.

Ligel vê yekê ji ber rewşa awarte HDP û CHP li Amedê û li Bakur bi fikar û nîgeran in, ku saxtekarî di hejmartin û guherandina dengan de were kirin.

Li Amedê tirs û fikara HDPê ew e ku ji ber rewşa awarte dengên ji gundan bi wesayîtan leşkeran tên veguhestin bên guhertin.

Cîgirê Hevserokên HDPê li Amedê Nevzad Ozgen di vê bareyê de ji Rûdawê re got: “Bi taybetî rewşa sindoqên ku ji gundan ji bo bajêr tên veguhestin gellek zehmet e. Bo nimûne li qezaya Licê %80 destpêşxerî û însiyatîf bi temamî di destê leşkeran de ye. Cihek ku destpêşxerî di destê leşkeran de be, yan dê welatî neçin ser sindoqê yan jî welatiyên ku biçin ser sindoqê, nizanin êdî çi bikin. Herwiha ev sindoqane dema tên veguhestin, bi egereke pir mezin dê leşker rê nedin çavdêran ku duwarê wesayitên leşkerî bibin. Dibe ku leşker di wesayîtên xwe de dengan biguherînin. Di vî warî de fikarên me yên bi vî rengî hene.”

Rêveberiya AK Partiya Amedê jî nêzîkî 30 hezar kes ji bo çavdêriya ser sindoqên dengdanê erkdar kiriye. Berpirsên vê partiyê jî dibêjin ku di hilbijartinên berê de zext li ser dengderan hebûye, lê di vê dengdanê de tune ye.

Cîgirê Serokê AK Partiya Amedê Mehmet Alî Dundar ji Rûdawê re axivî û diyar kir: “Hilbijartinek, dengdanek dikare di sindoqê de were wendakirin jî dikare di sindoqê de were qezenc kirin jî. Di hilbijartinên borî de tengasî derketin pêşberî me. Partiya dijberê me li ser sindoqan zext û zor li me kirin. Li seranserê Amedê ji bo her sindoqê 2 kes bi erkdariya fermî 2 kes jî bi erkdariya partiya me bi giştî li ser her sindoqeq 4 çavdêrên AK Partiyî dê hebin.”

CHP jî ji ber ku hêza wê li Bakurê Kurdistanê zêde nîne, di meseleya çavdêran de zêdetir bi HDPê re tevdigere. Fikar û nîgeraniya rêveberiya CHPê ji saxtekariyên di proseya dengdanê de ye.

Cîgirê Serokê CHPa Amedê, Şeref Dogrûl jî ji Rûdawê re da xuyakirin:

“Li Amedê di dengdana referandumê de dê nêzîkî 2 hezar çavdêrên me li ser sindoqan çavdêriyê bikin. Herwiha çavdêrên me jî dê hebin. Niha fikarên me hene AKP dek û dolaban nav sindoqên dengdanê. Jixwe gel ji me re dibêje ku ger vana bi ser nekevin, dê serî li dek û dolaban bidin."

Li seranserê Amedê ji bo 991 hezar 213 denderî 3 hezar 397 sindoq tên danîn. Di dengdana 16ê Nîsana 2017an de li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hejmara dengderan li gor hilbijartên sala 2015an 2 milyon dengder zêde bûye gihêştiye 58 milyon û 222 hezar û 937 dengderî.

Rûdaw

Diğer Haberler