Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Turk bo Erdogan: Beriya ku ji kurdan re bêjî ’qelêş’ li dîroka xwe binêre

Turk bo Erdogan: Beriya ku ji kurdan re bêjî ’qelêş’ li dîroka xwe binêre

09 Haziran 2012 Cumartesi 12:11
Ehmed Turk, li hember gotinên serokwezîrê Tirkiyê, ku gotibû “PKK û BDP qelêş in” nerazîbûn nîşan da û got, “Beriya ku ji kurdan re bêjin qelêş, li dîroka xwe binêrin.”

Serokê giştî yê kongreya civaka demokratîk (DTK), Ehmed Turk, li hember gotinên serokwezîrê Tirkiyê, ku gotibû “PKK û BDP qelêş in” nerazîbûn nîşan da û got, “Beriya ku ji kurdan re bêjin qelêş, li dîroka xwe binêrin.”

Serokê giştî yê DTK û parlamenterê Mêrdînê, Ehmed Turk, li bajarê Diyarbekirê di civîna DTK de axaftinek kir û bersiva gotinên serokwezîrê Tirkiyê yên li bara kurdan de da.

Turk, li hember gotina “qelêş” ya ku Erdogan bo PKK û BDP gotibû, nerazîbûn nîşan da û got, di dîrokê de, kurdan tu carî “qelêş”tî nekirine û hertim alîkarî û piştevaniya “birayên tirk” kirine û wiha axivî:

“Di şerê Melazgirê de, di şerê Osmanî û Sefewî de, di dema hilweşandina împaratoriya Osmanî de, kurdan hertim alîkarî daye tirkan û tu carî kêr li pişta birayên xwe yên tirk nedaye, ji ber wê jî dema hûn ji kurdan re dibêjin qelêş, li dîroka xwe binêrin.”

Ehmed Turk, diyar kir, kurd mafên xwe dixazin, zimanê xwe dixazin, azadî û çanda xwe dixazin û dixazin xwe bi xwe rêve bibin lê hinek kes ji wan re dibêje “qelêş” û wiha pêde çû:

“Gelo niha kî qelêş e? dema mafên gelê kurd tê zeftkirin, wê demê ev ne qelêştî ye ma? Divê birêz serokwezîr gotinên xwe diqet bike. Kuştin, girtin, serkutkirina xebata gelê kurd ya hezar salan, înkarkirina ziman û çanda û hebûna gelê kurd, çiye gelo? Dema mirov li van tiştan dinêre dibîne ku kî qelêş e.”

Tê zanîn, serokwezîrê Tirkiyê, beriya niha, di civîna fraksyona AKP de gotibû, “PKK û BDP her du jî qelêş in”, yanê li piştve li mirov didin.

AKnews
 

Diğer Haberler