Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Turk: Kurdistana mezin tê wateya xwekujiya kurdan

Turk: Kurdistana mezin tê wateya xwekujiya kurdan

09 Ağustos 2012 Perşembe 08:13
Hevserokê kongreya civaka demokratîk (DTK) û parlementerê serbixwe yê Mêrdînê, Ehmed Turk, diyar kir, yekbûna her 4 perçeyên Kurdistanê, tê wateya “xwekujiyê”.

Ehmed Turk, ji rojnamevanê kurd yê rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyê, Namik Durukan re axivî û li bara bûyerên dawî yên Tirkiye û Sûriyê nêrînên xwe anî ziman.

Turk, li bara perwerdeya zimanê kurdî û bijardebûna kurdî li Tirkiyê de wiha got, “Ma em li Uganda hatine ku zimanê me bibe dersa bijarde?!”.

Hevserokê DTK, li bara siyaseta AKP bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê de jî got, dema partiya AKP bi serokatiya Erdogan li Tirkiyê bû desthilat, kurdan gotin qey dê di çareserkirina pirsa kurd de gavên girîng bavêje, ji ber wê jî deng danê lê helwesta îro ya Erdogan nîşan dide ku ji kurdan hez nake ji ber wê jî êdî kurd bi çavekî sitar li Erdogan nanêrin.

Ehmed Turk, destnîşan kir, êdî kurd bi şêwazên berê nayên birêvebirin, ji ber ku kurd jî gelek e û divê daxwaziyên wan bê qebûlkirin û neşxerêyek nû bê dariştin.

Turk, li bara nêrînên xwe yên çend roj berê, ku gotibû “divê hemû perçeyên Kurdistanê bibin yek” de axivî û wiha got, “Mebesta min ji rabûna sînoran yekbûna coxrafî nîne lê wek welatên Ewrûpa, çawa sînor girîng nîne û kes sînoran nake arîşe, divê sînorên navbera kurdên Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê jî nemîne, ji ber ku heke her 4 perçe bibin yek wê çaxê tê wateya xwekujiya kurdan.”

Parlementerê Mêrdînê, aşkere kir, dema wê hatiye ku êdî kurd bi rêya NY daxwaza mafên xwe û statûya xwe bikin û divê dunya bizane ku kurd li rojhilata navîn de çi dixwazin.

Ehmed Turk, li bara şer û pevçûnên dawiyê yên devera Şemzînanê ya Colemêrgê de jî got, tiştên ku li Şemzînanê rû didin, ji xelkê û raya giştî tên veşartin û tên sansorkirin û ev kar jî ji aliyê dewletê ve tê kirin, ji ber ku li wir ev 14-15 roj e şerekî giran diqewime.(AKnews)

Diğer Haberler