Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Veroj: Problema kontrolkirina rêkxistinê di nav PKKê de heye

Veroj: Problema kontrolkirina rêkxistinê di nav PKKê de heye

21 Haziran 2012 Perşembe 16:52
Sernivîserê kovara Bîr li Diyarbekirê li ser çalakiya gerîlayên PKKê ya li Colemêrgê, dibêje her cara ku meseleya Kurd hatiye rojevê, bûyerek çêbûye ku pirsa Kurdî dîsa paş ve biriye.

Di demekê de ku li van dawiyan meseleya Kurd li Tirkiyê dîsa bû pirsa serekî di navendên siyasî û medyaya Tirkiyê de, roja Sêşemê êrişeke çekdarî li Colemêrgê qewimî û 10 serhildêrên Kurd û 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî tora nûçeyan VOA ya amerîkî, Seîd Veroj, sernivîserê kovara Bîr li Diyarbekirê, dibêje her cara ku meseleya Kurd hatiye rojevê, bûyerek çêbûye ku pirsa Kurdî dîsa paş ve biriye.

Birêz Veroj dibêje ku sala par jî dema Partiya Aştî û Demokrasiyê xweseriya demokratîk ragihand, li Farqînê bûyereke çekdarî çêbû.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Veroj dibêje ku bûyerên Colemêrg û Farqînê diyar dikin ku Partiya Karkerên Kurdistanê di nav xwe da problema kontrolkirina rêkxistinê heye û Murat Karayilan bi xwe jî dibêje ku kontrola nav PKK problem e û bûyer çêdibin ku bêyî kontrola wan in.

AKnews
 

Diğer Haberler