Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Waliyê Sêrtê dest bi fêrbûna kurdî dike

Waliyê Sêrtê dest bi fêrbûna kurdî dike

25 Eylül 2012 Salı 20:10
Waliyê Sêrtê Ahmet Aydin ji bo fêrî zimanê kurdî bibe ji xwe re mamostayek girt û ji bo wî fêrî kurdî bike.

Ji cîgirên waliyê Stenbolê yê ku tayîna wî ji bo Sêrtê derçûyî, Ahmet Aydin bi armanca ku bi mirovên li herêmê re têkiliyên xortir dane, ji xwe re mamostayê fêrbûna zimanê kurdî girt.

Li gor rojnameya Star a Tirkiyê, waliyê Sêrtê Aydin diyar kir ku ji bo fêrbûna kurdî ji xwe re mamosta girtiye û wiha got: “Dema mirov bi heman zimanî baxive, wê pirsgirêk hê zûtir bên çareserkirin.” Aydin anî ziman ku gotinên kurdî yên zêde tên bikaranîn hîn bûye û ji bo hê baştir fêr bibe ji xwe re mamosta girtiye. Aydin bilêv kir ku zimanê axaftinê ji bo peywendîdanînê pir giringe û wiha got: “Em diçin gundan. Bi taybet jinên ku bi tirkî nizanin baxivin hene. Lê ji ber ez kurdî nizanim, hest pê dikim ku ji min dûr dikevin. Min dest bi fêrbûna kurdî kiriye.”(Rûdaw)

Diğer Haberler