Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Wezareta perwerdê mamostayan wek xulam bi kar tîne

Wezareta perwerdê mamostayan wek xulam bi kar tîne

23 Nisan 2012 Pazartesi 23:11
Mucîp Vergîlî: Wezareta perwerde ya millî, wek xulaman nêzîkî mamostayan dibe.

Wan, 23 Nîsan  – Sekreterê liqa Wanê ya sendîkaya perwerde û zanist a Tirkiyê (Egitim-Sen), Mucîp Vergîlî, diyar kir, di erdheja Wanê de herî zêde mamoste rastî tengaviyan hatin û wiha got, “Wezareta perwerde ya millî, wek xulaman nêzîkî mamostayan dibe.”

Endamên liqa Wanê ya Egitim-Senê, bo ku balê bikşînin ser xebatên piştî erdhejê hatine kirin, ji hotêla Mavî Plaza heta parka Feqiyê Teyran meşiyan.

Sekreterê liqê, Mucîp Vergîlî, daxuyaniyek da û got, piştî erdhejê herî zêde mamoste tengav bûn.

Vergîlî, diyar kir, mamostayên ku bêpere kar dikirin, ji mafê îstixdamkirinê jî hatin bêparkirin û wiha pêde çû, “Her hefte mamostayên Wanê, 2 saaetan bêpere kar dikin, di demekî de ev yek li dijî qanûnê ye lê wezaerta perwerdeyê dîsa vê yekê dide kirin. Mafê îstixdambûnê jî ji mamostayan hatiye stendin. Wezareta perwerdeya millî, wek xulaman nêzîkî mamostan dibe. Em dixazin ev rewş bê sererastkirin.”

Piştî daxuyaniyê, 10 deqe çalakiya rûniştinê hat sazkirin.

AKnews

Diğer Haberler