Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Wezareta Serwetên Xwezayî: Kompaniyeyên din ên petrolê di rêde ne

Wezareta Serwetên Xwezayî: Kompaniyeyên din ên petrolê di rêde ne

13 Ağustos 2012 Pazartesi 06:20
Wezareta Serwetên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, eşkere dike ku piştî hatina kompaniyeyên herî mezinên cîhanêne di warê pîşesaziya neft û gazê de, hin kompaniyeyên din ên navnetewî jî birêvene bo Herêma Kurdistanê.

Wezareta Serwetên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, eşkere dike ku piştî hatina kompaniyeyên Total a Fransî û Gazprom a Rûsî ku du kompaniyeyên herî mezinên cîhanêne di warê pîşesaziya neft û gazê de, hin kompaniyeyên din ên navnetewî jî birêvene bo Herêma Kurdistanê. Herwiha eşkere kir ku mumkîne dahatû de şandina nefta Kurdistanê bo Tirkiyê bighîje 100 tankeran di rojekê de.

Kompaniya GazProm a Rûsî ku mezintirîn kompaniyeya derxistina gaza siruştiye li cîhanê, herwiha mezintirîn kompaniyeya Rûsiyayê ye, çend rojan berê pişka du zeviyên nefta Herêma Kurdistanê kirîne, ev jî hevdem bû ligel belavbûna nûçeya hatina kompaniyeya Total a Fransî û Chîvron a Amerîkî bo Kurdistanê.

Ev du pişkên GazProm li Herêma Kurdistanê kirîne pêktên ji kirîna pişka ji sedî 40 a girêbesta neftê ya zeviya nefta Germiyan ku Kompaniyeyan Westren Zagros a Kanadî serperiştî vê zeviyê dike, kirîna pişka duyemîn jî ji zeviya nefta Şekal ku ji sedî 80`ê vê zeviye kiriye. Ev kompaniyeya Rûsî wê bibe serperişta vê zeviyê û li gor raporan, tê çaverê kirin ku di sala 2015`an de berhemanîna neftê ji vê zeviyê destpêbike û tê çaverêkirin ku 6.3 milyard bermîlên neftê di van herdu zeviyan de bin.

Çavkaniyeke Wezareta Samanên Sirûştî (Serwetên Xwezayî) ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku neviya navê wî bê belavkirin, di vê derbarê de bo (Rûdaw) got "Herêma Kurdistanê niha bala gelek kompaniyeyên mezinên neft û gazê kişandiye. Ev jî encama siyaseteke jîre û misogerkirina atmosferekî pozetîve bo xebatên hilberînê. Hatina kompaniyeyên mezin amajeyeke pozetîve bo Kurdistanê û encamên vê jî bidestxistina navdariyeke başe bo Kurdistanê. Niha jî çend kompaniyeyên din di qunaxa gotûbêjan de ne û em ê di dema xwe de wan eşkere bikin."

Berî belavbûna nûçeya hatina Kompaniyeya GazProm, Kompaniyeya Marathon a Amerîkî ragihand ku Kompaniyeya Total a Fransî ku yeke ji mezintirîn kompaniyên warê neftê li cîhanê, li du zeviyên nefta Herêma Kurdistanê pişik kirîne ku pêktên ji zeviyên nefta Herîr û Sefîn, di her yek ji van zeviyan de rêjeya ji sedî 35`ê beşa kompaniyayên ji girêbestên neftê yên van du zeviyan kirîne.

Derbarê ne eşkerekirina hûrkariyên van girêbestan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rexnegirtina opozisyonê ji vê yekê ku xebatên Wezareta Samanên Sirûştî "ne zelalin", ev çavkaniyê Wezareta Samanên Sirûştî dibêje "hin girêbest ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine belavkirin. Vê heftiyê jî wê wezaret kurtiyekê ji encamên civînên Wezîrê Samanên Sirûştî, Aştî Hewramî ligel Komîteya Neft û Gaza Îraqê ku berî du heftiyan li Hewlêr hatin encamdan, belav bike û herwiha nameyan berê ya Dr. Berhem Salih bo Nûrî Malikî belavkir û bi şêweyekî berdewam wê parlamen bê haydarkirin derbarê çalakiyên wezaretê. Xelk azade di rexnekirinê de, lê divê ew bi hebûna zaniyariyan rexneyê bikin. Pêşketina pîşesaziya neft û gaza Kurdistanê, derfeteke dîrokî daye Herêma Kurdistanê û xelkê wê. Nabe ev tişt bi çavekî teng ê partîtî bê temaşekirin, ji ber ku ev mesele gelekî giringtire ji wê."

Li gor raporeke rojnameya (Moscow Times), Kompaniyeya GazProm a Rûsî ku ofîca wê ya sereke li bajarê Sant Pêtsbêrg ê Rûsiyê, 260 milyon Dolar terxan kirine bo pêşxistina van zeviyên neftê û rêvebirina xebatan.

Cîgirî Yekem ê Rêvebirê Giştî yê Kompaniyeya GazProm, Vedîm Vakovly di vê derbarê de dibêje "kompaniyeya me di vê bawerê de yeku xebata li Herêma Kurdistanê wê dahatûyekî baş hebe. Herwiha GazProm bi rêya karkirina di van zeviyan de wê rêjeya berhemanînê li seranserî cîhanê zêde bike. Bi vê yekê dikare hebûna xwe di welatên cîhanê de ferehtir bike."

Kompaniyeya GazProm di berê de li naverasta Îraqê beşdarî projeya hilberîna zeviya neftê ya Bedre kiribû, tê çaverêkirin ku Hikûmeta Îraqê vê girêbestê hilweşîne. Ji ber ku piştî ku ragihandina hatina Total bo Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê navê Kompaniyeya Total û Çevron a Amerîkî xiste nav lîsteya reş û soz da ku hemû girêbestên ku van kompaniyeyan ligel Hikûmeta Îraqê îmzekirine bo berhemanîna neftê li navçeyên başûrê Îraqê, hilweşîne. Herwiha eşkere jî kirin ku her kompaniyeya weke van kompaniyeyan tevbigere, wê rastî heman sizayê bibe.

Rêvebirê Beşa Girêbestan li Wezareta Nefta Îraqê, Ebdulmehdî Ûbêdî di vê derbarê de got "hemû ev kompaniyeyên ku bêyî razîbûna Wezareta Nefta Îraqê, ligel Herêma Kurdistanê kar dikin, em ê girêbestên wan hilweşînin."

Ji aliyekî din di dawiya vê heftiyê de Wezareta Samanên Sirûştî bi şêweyekî neçaverêkirî belavkir ku weke "nîşandana niyet pakiyê" ewê ji destpêka meha Tebaxê şandina nefta Kurdistanê bi rêya boriyên nîştîmanî yên Îraqê bo derve destpêbike. Ev jî di demekê de ye ku hêşta pirsgirêkên taybet ên neftê di navbera Bexda û Hewlêrê çareser nebûne. Lê bi mercê ku Îraq xerciyên Kompaniyeyên neftê li Kurdistanê bide.

Niyet pakiya bi şandina neftê

Vê çavkaniya Wezareta Samanên Sirûştî derbarê vî karê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo (Rûdaw) got "biryara destpêkirina proseya şandina derve ya neftê, destpêşxeriyeke niyet pakiya Herêma Kurdistanê ye û biryareke yekaliye. Mebest jê eve ku pirsgirêka neft û gaza Îraqê bê çareser kirin li Îraqê. Ev çareserî jî divê di çarçoveyê destûrê de be, lê ne ji aliyê çend kesan li Bexda bê diyarî kirin. Em hêvîdarin jî ku Bexda bi şêweyekî ciddî berê xwe bide vê destpêşxeriyê û xerciyê kompaniyeyan bide. Em herwiha dixwazin ku hemû ev xalên di nameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê berê, Dr. Berhem Salih de ku bo Nûrî Malikî şandibû û di navbera Wezareta Samanên Sirûstî û Wezareta Neftê lihevhatin ser hatibû kirin, bên cîbicî kirin da berbi pêşve biçin."

Şandina neftê bo Tirkiyê mumkîne bighîje 100 tankeran di rojekê de

Di meha borî de proseya şandina nefta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê destpêkiriye. Niha şandin berbi ferehbûnê diçe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ev bo dabînkirina pêwîstiya hundirîn ên Herêma Kurdisatanê ye ji berhemên neftê. Ji ber ku Hikûmeta Îraqê şandina berhemên neftî bo Herêma Kurdistanê gelekî kêmkiriye ku ji 45 hezar bermîlên rojane kêmkirine bo 15 hezar bermîlan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ev nefta dişîne Tirkiye bo tesfiyekirin û dubare zîvirandina berhemên neftê ye bo Herêma Kurdistanê. Çavkaniya Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê retkir ku wan niha rojane 100 tankeran şandibin Tirkiyê û got "niha em hindik dişînin û girêdayî pêwîstiya Herêma Kurdistanê ye û mumkîne di dahatû jî rêjeya şandina neftê bo Tirkiyê bighîje 50- 100 tankeran di rojekê de, Kurdistan berhemên neftê distîne da stasyonê elektirîkê û kargehan pê birêvebibe."(Rûdaw)

Diğer Haberler