Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Wezîr Şîmşek: BDP Kurdan temsîl nake

Wezîr Şîmşek: BDP Kurdan temsîl nake

12 Ağustos 2012 Pazar 19:05
Şevê din di warê temsîliyeta Kurdan de Wezîrên Hikûmetê axifîn û ji hêla din ve parlamenterê BDPê Altan Tan bang li Serokwezîr Erdogan kir.

Şevê din di warê temsîliyeta Kurdan de Wezîrên Hikûmetê axifîn û ji hêla din ve parlamenterê BDPê Altan Tan bang li Serokwezîr Erdogan kir. Wezîrê Zad, Ҫandinî û Ajaldariyê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker li Mûşê walîtî ziyaret kir û li wir li ser rojevê axifî. Mehdî Eker got ku mesele aîdîyeta etnîkî be, tikes ji wan ne Kurdtir e û wisa pê de ҫû: " Ku mesele aîdîyet be, kesek ji me ne Kurdtir e. Kesek ji me bêhtir ne xwediyê vê axê ye. Xwediyê vê axê em in."  Eker got ku ev 11 sal in ew di warê sivîlbûnê de gavan tavêjin û ҫiqas ew gavan tavêjin PKKê guleyan lê direşîne.

" BDP Kurdan temsîl nake"

Ji hêla din ve Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek jî şevê din li Ҫewlikê beşdarî xwarina fitarê ya partiya xwe bû û li wir îdia kir ku PKK û BDP Kurdan temsîlnake. Şîmşek wiha axifî: "Ji dema em hatine li ser hikûm ve, me herêm kir di astek normal de û dawî li rewşa awarte anî. Rêxistina terorê û BDP Kurdan temsîl nake. Ji ber ku yên Kurdan temsîl bike, wê ji bo mafên Kurdan têbikoşin." Mehmet Şîmşek diyar kir ku heta ew 6 salî bû, wî bi tirkî nizanîbû û wiha pê de ҫû: "Ҫiqas em bêhtir qada azadiyê belav dikin, ew nerehet dibin. Ҫima taşerontiyê dikin û ҫima van azadiya teqdîr nakin. Ҫikû derdek wan ê wisa tuneye. Derdê wan ne azadî ye, derdê wan ew e me parҫe bikin."   

"Erdogan naxwazê konê Kurdan ҫêbibe"

Ne tenê Wezîrên Hikûmeta Tirkiyeyê di vî warî de axifîn lê belê Parlamenterê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê Altan Tan  bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha axifî: "Ku tu birayekî baş bî, were ji bo Kurdên Sûriyê mafên xwe bi dest bixin, were tu jî bibe alîkar. Altan Tan serdana birêveberiya partiya xwe ya Didim a girêdayî bajarê Aydinê kir û li wir axifî. Altan got ku Serokwezîr Erdogan ji bo avakirina Rojhilata Navîn û bi rêya Makezagonê   Tirkiyek nû dipejirîne lê belê dema dibe meseleya Kurdan, ew disekine. Parlamenterê BDPê Tan wiha dewam kir: "Serokwezîr diҫe Emerika, Îngîltere û Rûsyayê. Ji bo konekî Kurdan ҫênebe, maf û hiqûq ҫênebe, guhê xwe girtî dihêle. Ne hewceye tu evqas hewldanan bikî. Li ber deriyê te birayên te yên Kurd hene. Ku birayên te bin, tu yê bi wan re birûnî, biaxifî, hûnê heqê xwe li hev helal bikin û rabî ser xwe. Mesele evqas hesanî ye." 

"Ji bo Kurdên Sûriyê bibe alîkar"

Altan Tan di derbarê Kurdên rojavayê Kurdistanê de jî ev bang li Serokwezîrê Tirkiyeyê kir: "Ku tu birayekî baş bî, were û ji bo Kurdên Sûriyê bibin xwedî maf bibe alîkar. Bibe parêzvanên Îraqê jî û pirsgirêka li Tirkiyeyê jî tu ҫareser bike."(Rûdaw)

Diğer Haberler