Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Yek Jê Damezrînera PKKê 3 Jin Hatin Kuştin

Yek Jê Damezrînera PKKê 3 Jin Hatin Kuştin

11 Ocak 2013 Cuma 14:58
Li paytextm Parîsê, ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz,nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez hat kuştin.

Li paytexta Franse Parîsê di  ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz ,nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi navê Leyla Soylemez hat kuştin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hin kesên nasnameya wan nediyar ketin hundurê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gare du Nord a li Parîsê û êrîş pêk anîn. Di  êrîşê de siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ji aliye erîşvanan hat kuştin

Tê diyarkirin ku di êrîşê de çekên bêdengker hatine bikaranîn. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Li gorî agahiyê gulle li serê Cansiz û Dogan, û li zikê Soylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

Derbarê êrîşê de Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) Mehmet Uler jî got: “hin hevalan li ber derî xwîn dibînin. Derî dişkînin û dibînin ku 3 jin hatine înfazkirin.”

Ulker destnîşan kir ku buro li cihek qelebalix a bajêr e û got ku dibe ev komkujî 9’ê çileyê di navbera saet 18.00-19.00 de pêk hatibe. Ulker da znaîn ku ev êrîş gelek bi profesyonelî hatiye kirin.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler