Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
“Yekîtiya Ewropayê li ber hilweşînê ye”

“Yekîtiya Ewropayê li ber hilweşînê ye”

09 Şubat 2017 Perşembe 08:56
Şêwirmendê Brexitê yê Parlamentoya Ewropayê Guy Verhofstadt destnîşan kir, eger Yekîtiya Ewropayê (YE) reformekê neke, dê bi hilweşîna yekîtiya re rûbirû bimîne.

Guy Verhofstadt ji BBCyê re ragihand, YE di bin bandora zextên cur bi cur de ye.

Verhofstadt di axavtina xwe de diyar kir: “Eger em li zextên ku li ser Yekîtiya Ewropayê ne, binêrin, em dê bibînin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump wisa difikire ku YE dê hilweşe, weke din Vladimir Putin heye ku ew jî dixwaze YEyê dabeş bike.”

Herwiha Guy Verhofstadt destnîşan kir, YE bi terorîzm, nijadperestên navxweyî yên Ewropayê û veqetîna Brîtanyayê ji Ewropayê re rûbirû maye û got: “Ji ber vê yekê rewşa niha, ji bo Yekîtiya Ewrûpayê mijara man û nemanê ye. Dema çaksaziyê hatiye. Eger na, dê YE hilweşe.”

Rûdaw

Diğer Haberler