Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd tê ragihandin

Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd tê ragihandin

16 Aralık 2012 Pazar 17:20
Çar partiyên rojavayê Kurdistanê bi armanca nêzî hev bibin û damezirandina partiyekî hevgirtî, damezirandina ‘Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriye’ ragihandin.

Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (el-Partî), Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û herdu partiyê Azadî ya Kurd li Sûriyê di civînekî hevbeş a li Qamişloyê dirûstkirina Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriye ragihandin.

Endamê serkirdayeitya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Dr. Kawe Ezîzî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ev yekitî bi armanca damezirandina partiyekî hevgirtî ya navbera 4 partiyan de pêkhatiye. Em hêvîdarin ku bi vê rêyê pirsgirêka pir hizbî ya li rojavayê Kurdistanê heta astekê çareser bikin.” Ezîzî wiha got: “Biryare piştî 2-3 mehên damezirandina vê yekîtiyê, her çar partî beşdarî hev bibin û partiyekî hevgirtî damezirînin.”

Her 4 partî endamên damezerîner ên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ne ku ji 16 partiyên rojavayê Kurdistanê pêkhatiye.

Dr. Kawe derbarê rolê her çar partiyan di ENKS’ê de û piştî ragihandina vê yekîtiya siyasî, wiha got: “Ev yekîtiya siyasî bi temamî girêdayî biryarên ENKS’ê ye. Neku em ji wê encûmenê venakişîn, belkî emê ji îro û pêde bi awayekî bi bandor û bihêztir beşdarî ENKS’ê bibin.”

Niha nêzî 20 partî û rêxistinên siyasî yên rojavayê Kurdistanê di nava ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de xebatê dikin. Wekî Dr. Kawe Ezîzî dibêje: “Rêjeya zêde ya partiyên siyasî yek ji xalên lewaz ên xebata siyasî ya rojavayê Kurdistanê ye.”

El-Partî kevintirîn partiya rojavayê Kurdistanê ye û li sala 1957’an hatiye damezirandin. Di sala 1969 û 1971’an ji ber pirsgirêkên navxweyî parçe bû. Niha bi heman navî 2 partiyên din li rojavayê Kurdistanê hene.

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li sala 2000’an û Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê jî sala 2005’an hatiye damezirandin.(Rûdaw)

Diğer Haberler