Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
YNK û Komela Îslamî dicivin

YNK û Komela Îslamî dicivin

09 Ağustos 2012 Perşembe 15:54
Berdevkê polîtburoya YNK ragihand, îro li gel Komela Îslamî dicivin bi mebesta gotûbêjkirina rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, civînên di navbera YNK û partiyên Kurdistanê yên din de berdewam dibin.

YNK dest bi civînan kiriye li gel partî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê aliyên dijberiyê jî, duh jî şandeke polîtburoya YNKê li gel Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê civiya. Di civîna duh de behsa pêwendiyên herdu aliyan û xurtkirina wan hat kirin, herwiha rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê jî hat gengeşekirin û tê de helwesta hevbeş a YNK û Yekgirtuya Îslamî li ser çareseriya kêşeyên siyasî yên Iraq, navçe û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Berdevkê fermî yê polîtburoya YNKê Azad Cundiyanî derbarê civînên YNKê li gel partiyên siyasî yên Kurdistanê, ragihand: “Civînên di navbera YNKê û partiyên Kurdistanê yên din de berdewam dibin. Îro şanda bilind a polîtburoya YNK li gel Komela Îslamî ya Kurdistanê li baregeha Komela Îslamî li Hewlêrê dicive.”(rudaw.net)

Diğer Haberler