Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Zana, bona Qilebanê ji Ewropayê heyetek xwest

Zana, bona Qilebanê ji Ewropayê heyetek xwest

14 Temmuz 2012 Cumartesi 09:39
Parlamentera Diyarbekirê Leyla Zana ji Yekitiya Ewropayê xwest ji bo ku bûyera Qilebanê were lêkolîn kirin heyetek were damezrandin.

Zana, di Parlamentoya Ewropayê de xeberda û got ku piştî bombebaranê 34 kes hatin kuştin lê mixabin piştî bûyerê kesên mirî hatin suçdar kirin. Zana wiha got: “Belê hinek dereng be jî divê YE di vê bûyerê de hêj roleke aktif bileyîze. Em dixwazim ku ji bo ku bûyer were ronîkirin heyetek were damezrandin.”

Zana di sala 1995’an de xelata Saharov ji Parlamentoya Ewropayê girtibû. Zana beşdarî panela, “Li Tirkiyeyê Mafên Jinan û Azadiya Îfadeyê’ bû.  Zana, di axaftina xwe da cih cih Ewropa jî rexne kir û got ku, ‘Mixabin piştî derketina Sûriyeyê, Ewropayê stariya Ocalan nekir û helwesteke wek li dijî çareseriyê girt.’

Zana wiha dewam kir: “Dema ku Ocalan ji Sûriyeyê derket xwest ku bi rola Ewropayê vê jî bi rêya diyalogê pirs were çareserkirin. Lê Ewropa helwesteke wek êrênî nîşan neda, di ser de jî ji ber revandina wî çavên xwe girt.”

Zana derbarê hevdîtina Erdoğan jî xeberda û got: “Ez naxwazim hûrguliyan bînim ziman lê gelek kubar hatim pêşwazî kirin, bi sebreke fireh hatim guhdarî kirin. Piştî axaftina min Erdoğan got ku ‘te rewşeke gelek tarî da ber me.' Lê ez jî dixwazim AK Partî vegere performansa xwe ya 3 sal berê.”

Xeberên Kurdî

Diğer Haberler