Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Zanîngeha Dîcle Jî Beşa Kurdî Vedike

Zanîngeha Dîcle Jî Beşa Kurdî Vedike

26 Eylül 2012 Çarşamba 16:42
Piştî Zanîngehên Artuklu, Bingöl û Muş Alparslan’ê Zanîngeha Dîcle jî enstituya Kurdî vedike.

Piştî Zanîngehên Artuklu, Bingöl û Muş Alparslan’ê Zanîngeha Dîcle jî xwe amade dike ku di vegirda Enstîtuya Zanîstên Civakî de perwedehîya Lîsansa Bilind ya Bêtez bide dest pê kirin.

Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcle’yê Prof. Dr. Sabri Eyigün ev geşedan têyîd kir û pirsên nucevan.com’ê bersivand. “Piştî ku Wezareta Pewerdehîyê ya Netewî li dibistanan kurdî wek dersa hilbijartî qebûl kir, ji bo ku di vê qadê de valahîya mamosteyan were girtin me xebat dan dest pê kirin. Ji bo ku 400 xwendekar di Kurmancî û Zazakî de li Zanîngeha Dîcle’yê lîsansa bilind bikin me serî li YÖK’ê da.

Daxwza me ji alîyê YÖK’ê ve hate qebûl kirin. Ji bo sala pewerdehîyê ya 2012 – 2013’an di qadên Kurmancî û Zazakî de ji bo ku em Lîsansa Bilind ya Bêtez bikin YÖK’ê 150 qontenjan dan me. Ji ber ku bingeha me ya perwedehî û hevotinê amade ye piştî azmûnên ku werin kirin emê dest bi perwedehîyê bikin. Ji ber ku beriya niha jî me qursa Kurdî dabû, tecrûbeyeke me ya baş he ye. Agahîyên di derbarê azmûnê de, di rojên pêşîya me de emê di malpera Zanîngeha Dîcle’yê de biweşînin.” (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler