Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Zanîngehên Kurdistan û Londonê li ser dîplomayê rê ketin

Zanîngehên Kurdistan û Londonê li ser dîplomayê rê ketin

11 Mayıs 2012 Cuma 07:30
Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, ku bi zimanê înglîzî perwerde dide, digel zanîngeha London a Brîtanyayê li ser dayîna du dîploma bi xwendekaran li hev kirin.

Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, ku bi zimanê înglîzî perwerde dide, digel zanîngeha London a Brîtanyayê li ser dayîna du dîploma bi xwendekaran li hev kirin.

Rêvebirê ragihandina zanîngeha Kurdistanê, Arî Mamşeyî, ji AKnewsê re got, rêkeftina han şeva borî li avahiya zanîngeha Kurdistanê û navbera serokê zanîngehê, Şêrzad Necar û rêvebirê karûbarê komeleyan a zanîngeha Londonê, Tim Gore hat îmzekirin.

Mamşeyî, diyar kir, li gorî rêftinê, dema xwendekarên zanîngeha Kurdistanê, ezmûnê didin wêneyek ji ezmûnê bo zanîngeha Londonê tê şandin û li wir tê nirxandin, dema hat qebûlkirin wê demê xwendekar him dîplomaya Kurdistan û him jî ya Londonê werdigire.

Arî Mamşeyî, da zanîn, rêkeftina han dê ji sala xwendinê ya 2012-2013 ve bê cîbicîkirin.

Zanîngeha Kurdistanê, sala 2006 li Hewlêrê hatiye avakirin û 4 kolêj û 800 xwendekarên wê heye.

AKnews

Diğer Haberler