Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Zarokên Ku Hatin Kuştin 6-7 Salî Bûn

Zarokên Ku Hatin Kuştin 6-7 Salî Bûn

17 Aralık 2012 Pazartesi 09:28
Bijîşkên Amerîkayî di laşê her zarokekê de ji yekê zêdetir gule tespît kirin.

12 xwendekarên keç û 8 jî xwendekarên kurik hatin kuştin. Êrîşkar gule reşand ser 2 polan û di herdû polan de jî tu kes nefilitî.

Mamosteyên li polen dinê deriye polê nifte kirin û xwendekarên xwe parastin. Hat hîn bûn ku hin xwendekar jî li daşirê xwe veşartine. Di lîgerîna piştî êrîşê de 4 çek li dibistanê hate dîtin.

Derket holê ku êrîşkar bi çeka otomatik ve qirkirin kiriye.  Çeka ku pê qetlîam hate kirin jî li ser navê diya êrîşkar e. 

Hat eşkere kirin ku Êrîşkar EDİM LANZA pêşî li malê dayika xwe kuştiye,  piştre jî çûye dibistana ku diya wî tê de dixebte êrîş pêk aniye û piştre jî xwe kuştiye.

Di êrîşê de ji xenyî xwendekaran  mudira dibistanê jî di nav de bi tevahî 6 jin hatin kuştin. Di bûyerê de bi tenê jinikek  bibirîndar filitî.

Êrîşkar li derûdor weke kesek bêdeng tê naskirin û heta niha tu sicîlek wî jî nehatiye tespît kirin. Ne malbat û ne jî heval û hogirê êrîşkar nizanin çima EDİM LANZA  êrîş li dar xistiye. Lê kesayet û derûniya êrîşkar li derdorê jî baş nedihatin dîtin.

Polîs hêj jî sedema êrîşê lêkolîn dikin. Ev êrîş di dîroka amerîkayê de  wekî êrîşa herî xwîndar  qete qeydan.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler