Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Zimanê kurdî dê di dibistanên Iraqê de bê xwendin

Zimanê kurdî dê di dibistanên Iraqê de bê xwendin

13 Haziran 2012 Çarşamba 13:54
Hikûmeta Iraqê ragihand ku ew ê zimanê kurdî wek derseke serekî di dibistanên amadeyî li seranserê welat de bide xwendin

Hewlêr, 13 Hezîran – Hikûmeta Iraqê ragihand ku ew ê zimanê kurdî wek derseke serekî di dibistanên amadeyî li seranserê welat de bide xwendin.

Li gorî nûçeya malpera kenala “Iraqiye” ya fermî ya Iraqê, birêveberê xwendina kurdî di Wezareta Perwerde ya Iraqê de Hisên Caf daxuyand ku di destpêka sala nû ya xwendinê de, dê zimanê kurdî wek derseke serekî di dibistanên Iraqê de bê xwendin.

Caf amaje kir ku ev pilan bi piştgiriya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî tê encamdan.

Ji serdema rejîma Baas a hilweşiyayî û heta niha, zimanê kurdî tenê di qonaxa 4 a amadeyî de tê xwendin.

Niha, bêtirî 1500 dibistanên zimanê kurdî li derveyî Herêma Kurdistanê hene ku li parêzgehên Diyale, Selahedîn, Kerkûk û Nînowayê ne. Di serdema Baas de ew dibistan kêmtirî 50 dibistanî bûn.

Di sala 2003yan de, Iraqê zimanê kurdî wek duyemîn zimanê fermî piştî erebî di destûr de danî.

(AKnews)

Diğer Haberler