Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Zubeyîr Aydar: Hevdîtin tenê bi Ocalan re nabe

Zubeyîr Aydar: Hevdîtin tenê bi Ocalan re nabe

03 Ocak 2013 Perşembe 18:01
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku ji nû ve destpêkirina hevdîtinên dewletê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re erênî ye û got: "Lê hevdîtina tenê bi wî re, têr nake. Di nav çar dîwarî de nabe. Divê şertên wî bên bicihanîn."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, hevdîtinên ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan aşkera kir li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên meşandin, ji Rûdawê re nirxand. Aydar diyar kir ku hevdîtin, encama têkoşîna gelê kurd û PKK'ê ye. Aydar wiha got: "Hevdîtin, encama têkoşîna gelê me û rêxistina me, bi taybetî jî di sala 2012'an de ye. Destpêkê hikûmetê got ez ê wan bifetisînim, wekî Srî Lanka. Projeyên wan biser neketin. Di aliyê çareseriya leşkerî de bê hêvî bûn. Niha li gorî daxuyaniyên wan dest bi lêgerîneke nû kirine. Li gorî xwe dibêjin ew ê bi diyalogê çareser bikin. Wezîrên dewletê û çapemeniya Tirkiyê dibêjin. Bi taybetî jî piştî xilasbûna grevên birçîbûnê, ev demek e heyeta dewletê li Îmraliyê hevdîtinan dike. Ev demek e heyet li Îmraliyê ye."

'Tenê bi Îmraliyê nabe'

Aydar da zanîn ku ew wekî tevger, li dijî hevdîtinê nînin û wiha pê de çû: "Em dibêjin bila bi Serokê me re hevdîtin bê çêkirin. Serokê tevgerê ye, rêveberê tevgerê ye, tevgerê temsîl dike. Bi navê tevgerê dikare li ser navê tevgerê biaxive. Lê ev mesele, tenê bi Îmraliyê çênabe. Di nav çar dîwarî de hevdîtin nabe. Serok Apo di nameyên ku di dema hevdîtinên Osloyê de rêkir û herî dawî beriya salek û nîv dema bi parêzerên xwe re axivî, got 'di vê rewşê de pêştir nikarim roleke din bilîzim. rola min evqas e,  di nav çar dîwaran de ancax dikarim dîtinên xwe bêjim. lê ger hûn roleke ji bo çareseriyê bixwazin ji min, divê şertên min bên guhertin. Yek tenduristiya min bê parastin, du ewlehiya min bê parastin, sê jî, ji bo bikaribim hem bi rêxistinê, hem rewşenbîran, hem rojnamevanan hem nivîskaran re biaxivim, şert bên avakirin.' Ji ber vê yekê, destpêka hevdîtinan baş e, lê ji bo hevdîtin bighêjin encamê, divê şertên Serok Apo bên sererastkirin."

'Projeyek berfireh lazim e'

Aydar anî ziman ku heta niha der barê hevdîtinan de agahî negirtine û nizanin ka program û projeya hikûmetê çi ye. Aydar ev tişt gotin: "Em jî bi rêya çapemeniyê agahdar dibin. Em jî rewşê dişopînin. Ji bo ku encam pêk bê, divê têkiliya Serok Apo bi rêxistinê re çêbibe. Ev jî, şeklê wê diyar e. Ev jî tenê bi name û an jî xeber şandinê têr nake, divê rû bi rû be. Niha dema rayedarên hikûmetê jî diaxivin, tenê dibêjin 'hedefa me ew e ku çek bê danîn'. Çek, aliyek vê pirsgirêkê ye. Pirsgirêkek mezin heye li holê, pirsgirêka kurd e. Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Di encama vê pirsgirêkê de şer çêbûye, çek peyda bûne, evqas dewam kiriye, bedêl hatiye dayîn, lazim e projeyek berfireh a çareseriya pirsgirêka kurd hebe. Ez di wê baweriyê de me dema çûne gel Serok Apo, bi vî awayî projeyek berfireh datîne pêşiya wan. Ji ber ku beriya niha jî, hem nexşeya rê pêşkêş kir, tecrube û haziriya wî ya bi vî rengî heye. Projeyek bi vî rengî datîne ber wan. Ev tenê pirsgirêka çekan nîne, pirsgirêka mafên kurdan e. Divê gelê li bakûrê Kurdistanê bighêje mafên xwe. Dibe ku ji bo propagandayê hin tiştan bêjin, lê divê cidiyeta pirsgirêkê bê nîqaşkirin, li gorî vê yekê gav bêne avêtin." 

'Divê operasyon bên rawestandin'

Aydar, operasyona li Navçeya Licê ya Amedê ku li hemberî gerîlayên PKK'ê hat lidarxistin û hat diyarkirin 10 gerîlayan ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane jî, nirxand. Aydar destnîşan kir dema dibêjin hevdîtin destpê kirine, Erdogan dibêje divê her kes dest ji têtikan bikşîne, şer neke, siyasetê bike. Aydar balkişand ser vê xalê û wiha got: "Şer du alî ye. Ew bi xwe ji me re bêjin rawestin em ê we bikujin, ev bêbaweriyê çêdike, bingehê xirab dike. Li aliyê me jî rayagiştî heye. Aliyê kurd jî di vî alî de xwedî êş e. Li vir jî êş hatine kişandin, baweriyên cuda têne holê. Lewma jî divê operasyon bên rawestandin. Dema dibêjin em hevdîtinan çêdikin, her kes pîrozbahiya serê salê li dar dixe, diçin Licê, êrîşî gerîla dikin, bi hezaran leşkeran êrîş dikin 10 hevalan şehîd dikin, ev nayê qebûlkirin. Yanê hûn her roj li başûr li deverên wekî Zap, Avaşîn, Qendîl û Xinêrê bi teyareyên xwe bombe bikin, ev bi vî rengî nameşe. Em mecbûr in bersiva van operasyonan bidin. Berê dema ku tiştek çêdibû, di aliyê gerîla de tevgerek çêbûya, dikirin manşetên çapemeniyê. Digotin tevger aştiyê naxwaze, PKK sabote dike. Li Farqînê ew bi xwe çûn operasyonê, leşkerên wan hatin kuştin, kirin bûyerek mezin. Lê niha kes ji wan nabêje em ji aliyek ve li aştiyê digerin ji aliyê din ve her roj balafir bombebaran dikin, li Licê operasyonan dike. Her roj li Kurdistanê nahêlin siyasetvanek devê xwe veke. Kom bi kom digirin davêjin zindanan. Em van tiştan dibînin, em van tiştan qebûl nakin."

'Li pêşiya me 2 rê hene'

Aydar balkişand ser îhtimalên sala 2013'an de jî û wiha got: "Em wekî tevger, tevgerek azadiyê ne, ji bo azadiya gelê kurd dixebite, hemû plan û projeyên wê li gorî wê ne. Ev meseleyek cidî ye, bi hîle nameşe. Divê bêyî xapandin, bi cidiyet û proje her kes were ser maseyê û bi diyalogê ev mesele bê çareserkirin. Sala 2013'an ji du tiştan re berendam e. Yek, rêya aştiyê heye ku em diyalogê bikin, bê kuştin û mirin aştiyeke dîrokî di nav herdu aliyan de çêkin. Feyda herkesî tê de heye. Ya duyemîn jî, ger ku ev nebe, dê ji salên derbasbûyî tundtir pêk bê. Em naxwazin ku beşa duyemîn çêbibe. Daxwaza me ew e ku aliyê diyalogê derkeve holê, lê em cidiyetê dixwazin, em samîmiyetê dixwazin."

Banga li rêveberiya Herêma Kurdistanê

Aydar, bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê jî kir û hêvî û bendewariyên xwe bi van gotinan anîn ziman: "Pirsgirêka kurd li bakûr dayîka hemû pirsgirêkan e. Ger ku li bakûr çareser bibe, hemû parçeyên din jî rihet dibin. Ger ku li bakûr çareser nebe, destkeftiyên parçeyên din jî di bin xeterê de ne. Çareseriya bakûr, di heman demê de çareseriya Rojava ye, li Sûriyê dê pirsgirêk nemînin, li başûr dê pirsgirêka Kerkûkê çareser bibe, hikûmeta Bexdayê nikaribe zextê li ser herêma başûr bike. Îran mecbûr e van pirsgirêkan çareser bike. Lewma çareseriya pirsgirêka kurd a li her parçeyan e.  Divê rêveberiya herêma başûr, dikare di aliyê dîplomasiyê de, di aliyê navnetewî de rola xwe bilîze, alîkar be. Ji bo vê yekê divê her kes têkiliyên xwe bike dewrê." 

Banga piştgiriya Rojavayê Kurdistanê

Aydar herî dawî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê jî banga piştgiriyê kir. Aydar destnîşan kir ku rewşa gelê Rojavayê Kurdistatnê jî di rojevê de ye û wiha got: "Divê em hemû piştgiriyê bidin wan. Divê derî zû bên vekirin, ew jî bên azadkirin, em hemû deyndarên wê parçeyê ne."

Xangul Ozbey / Rûdaw

Diğer Haberler